• Sonuç bulunamadı

Di Dîroka Zargotina Kurdan De Şopên Dengbêjiyê

The Function of Folk Poetry (Dengbêj Profession) Institution in Kurdish Folk Literature

1. Di Dîroka Zargotina Kurdan De Şopên Dengbêjiyê

Di nava gel de gotinek pêşiyan heye ku di derbarê kevneşopiya denbêjiyê de me agahdar dike: “Ji roja ku deng hebûye, dengbêjî her hebûye.” Ango gel di wê baweriyê de ku pêvajo û rabirdûya dengbêjiyê bi axiftinê dest pê kiriye. Meretowar Ayhan ( 2017: 9) jî dide pey vê nêrîna gel û wisa dibêje; mêjûya edebiyata kudî nola dîroka gelê Kurd xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e. Her weha erka sazîya kevneşopiya dengbêjîyê bi dastanan ra ji giridayiye.

Tê zanin ku li Mezopotamyayê li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn; bûye jêderka dastana Gilgamêş, ku yekemîn dastana cîhanê ye. Li gor Somerolog Samuel Noan Kramer zêmara ewil B.M 1000-200 salî de li derdora Nipurê peyda bûye. Herwiha cardin li gor Kramer lorîka pêşîn jî li van deveran ji alî dayikekê ve hatiye vegotin (Kramer, 2014: 226-323- 396). M. Îzadî ji di gotareke xwe li ser Mûzîka Kurdî de qala kevnbûna kevneşopiya kurdan dike û wiha dibêje: Dengbêj ji roja ku kurd bûne niştecihên Mezopotamyayê hene. Îzadî destpêka vê kevneşopiyê digihîne dîroka B.M 247-227 dema Partan (Ekîncî, 2013: 17).

Dîrokzanê heyama kevnare Strabon di nivîsê xwe de destnîşan dike ku; niştecihên li bakur ên li derdora çîyayên Araratê dijîn “kardû” ne. Strabon salix dide ku wî piraniya agahiyên derbarê Medan de ji kilam û destanên epîk ên dengbêjên wê demê wergirtiye. Strabon û hin dîrokzanên din diyar dikin ku di welatên Medan de kevneşopiya dengbêjiyê gelek belavbûyî bû. Herwiha dîrokzanên Ermen Moses Von Khoren (Musayê Xoroneyî) P. Z di

126 Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

(Uluslararası Sempozyum Bildirileri)

sedsala 5. de qala xewneke keyayê Medan ên dawîn Astyages (Ajdehaq) dike. Li ser vê xewnê şîroveya dengbêj û şêwirmendê wî yê navdar Angreas jî radigihîne (Gültekîn, 20013: 15-18 ).

Di agahiyê strabon û Khoren de jî em têdigihên ku dengbêj bi tenê ne stranbêj bûne, wan hemû êş û elem û diroka gelê xwe di hişê xwe de parastine, em dikarin bibêjin ku ew derwêjê dîrokê û nûçegihan dema xwe bûne. Eger ji alî ragihandinê de, hema ne pir zêde, em herin pêncî sal berê, amûr û alavên hay ragihandinê yên wek têlefûn, û televîzyonê tunebûn. Di vir de ev peyvira ragihandinê jî dikeve ser milê dengbêjan. Dengbêj tûrikê wan li milê wan gund bi gund, bajar bi bajar, li deşt û zozanan geriyane geşedan û bûyerên civakî, êş û azara li devereke qewimîne ragihandine devereke din. Bi van ragihandinên xwe herwiha dengbêj bûne nûçegihanên hemdem û perwedekarên gelê xwe jî. Herwiha ew di derbarê hemû jiyanê de xwedî zanîneke kûr bûne, ew wek derwêş û feylesofên demî di dilên gelê xwe de hatine hewandin. Ji ber van taybetmendiyên xwe gelek caran di qesr û qonaxan de li dîwan û dîwanxeneyên mîr û began de bûne şêwirmend.

1.1. Di Zargotina Kurdan de Girîngiya Dengbêjiyê

Di zargotina kurdan de, saziya dengbêjiyê cih û erkeke xwe ye pir girîng heye. Bi sed hezaran salan yên ku ev mîrateya çandî bilêvkirine û gihandine roja me dengbêj bixwe ne. Dengbêj qewîmîn, karesatan xwezayî êş û elem, xemgînî û kêfxweşiyan ji nivşekê radigihîne nivşeke din. Dengbêj hemû çand û afirîneriyên civakê, bûyer û bobelatên dîrokî dihûne, dimeyîne û vediguhêzîne roja me ya îroyîn. Herwiha ew di nava gelê kurd de weke hiş û wîjdana hevpar ya civakê hatine pejirandin û wisa jî qedrê wan hatine girtin. Di zargotina Kurdan de hinek cureyên stranên dengbêjiyê1 hene ku li gor Mustafa Borak (2018: 14) gelek giringe. Ev

stranên Kurdî li ser hîmê dîrokî hatine avakirin, di naveroka wan de dîrok serpêhatî, mêrxasî, îxanet, evîn û hesret heye.

Di berên zargotinî yên yên ku dengbêj vedibêjin de, di derbarê bîr û bawerî, kevneşopî û çanda gel de gelek agahiyên giring hene. Eger yek bixwaze reh û rîçalên civakekê; an civaka xwe nas bike û bertekên wê yên li hember bûyer û bobelatan çêndîn xwezayî û civakî pêderxe divê teqez 1 Sitranên folklorî yên Kurdan ên dengbêj distrên ji alî naverok û awa xwe di bin çend serenavan de tên dabeşkirin. Di van serenavan de lihevkirinek bi giştî çê nebiye jî meriv wek serenav dikare wiha rêz bike. Lawje/Lawiş, lorîk, heyranok, dîlok, payizok, narîng, lavje û stranên kar û baran.

127

Di Zargotina Kurdan De Erka Saziya Dengbêjiyê: Kürt Halk Edebiyatında Dengbêjlik Kurumunun İşlevi Cihat Güney, Kemal Erol berê xwe bide zargotina wî gelî. Dengbêj hunermend û rewşenbîrên gele xwe ne. Herwiha ew wek hoste û sêrbazên zimanê gel jî tên binavkirin. Dengbêj bi stranên xwe, ji alî hest ramanan ve bandorek gelek mezin li ser guhdaran dihêlin. Li ser van bingehan dengbêj, an bûyer û bobelatên dêrîn yên ku ji mêj ve hatine serê civakê bibîr dixe; an jî di hinek mijaran de civakê hişyar dike. Ji ber van egeran ew ji mêj ve hertim berdilkên civakê ne.

1.2. Nêrîna Lêkolîneran Ya Li Ser Dengbêjiya Kurdan

Dema ku her lêkolînerek bi giştî qala zargotin û taybetmendiyê neteweya xwe dikin, gelek caran bi serbilindî, dewlemendiya wê zêde pirole dike û dipesinîne. Ev tişt ji bo kurdan û lêkolînerê wan jî derbasdar in. Gelo ji ber ku em jî ji wê civakê ne, em di vê mijarê de bi hestiyarî tevdiherin; an bi rastî jî taybetmendî û dewlemendiya zargotina kurdan û dengbêjiya wan ji alî lêkolînerên gelê din ve jî tê peyitandin an na. Ji bo ku em rastî û çewtiya van nêrînan biçespînin, baş têbigihên; divê em guh bidin gerzan, lêkolîner û mîsyonerên ku bi awayekê rêya wan bi Kurdistanê ketine û bi dengbêjiya kurdan re bûne nas. Divê em bi hev re guh bidin wan kesan, bê ka li ser zargotin û dengbêjiya Kurdan çi gotine?

Mîsyoner E. J. Larzon kurdan wek komeke poetîk bi nav dike û dibêje: Ew evîndarên mezin ên stran û mûzîkê ne. Herwiha nivîskarê ermenî yê navdar Xaçatûr Abovyan hê di sedsala 19mîn de ji ber dewlemendiya folklora kurdan ecêbmayî dimîne û di cihekî de dibêje ku çi jin çi mêr ji dayika xwe wek helbestvan(şaîr) hatiye dinê (Gültekîn, 2013: 11).

Birastî jî dema ku em li civaka Kurdan dinerin, ne bigelemperî be jî, her kurdekê ku di xemgînî û kêfxweşiyê de destê xwe biavêje kerika guhê xwe, dikare li ser şîn û şahiyan û li ser her mijara jiyanê hahengê stranên bê emsal biafirîne. Em van afirîneriyan bê şik û guman dikarin wek helbest bihesibînin. Bêguman helbesta gelerî ya her civakê têra xwe heye. Lê wek Larzon û Abovyan jî destnîşan dikin, ne pir berbelav e û ne di wê miqama ku dengbêjên kurdan disewirînin. Di weletên pêşketî de kesên ku helbestan dinivîsin, di esasê xwe de yên di pîleya jor de xwenda ne. Lê di vê babetê de rewşa dengbêjên kurdan hinekî cuda ye; ji ber ku civaka kurdan bi sedsalane ku ji pergala xweserî û dewletbûnê bêpar mayiye. Bi tenê di dema hin mîrektiyan de li hin deveran Kurdistanê, ew jî bi hejmar, hin medrese hebûnê; ango wek encam em dikarin bibêjin ku dengbêjê kurdan ji demên derîn de, ji mêj ve bê kaxiz û pênûs bûne. Esas

128 Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

(Uluslararası Sempozyum Bildirileri)

kesên ku berên zargotinî radigihînin civakê çiqas ji xwendinê dûr bin ew veguhezîn ewçend nêzî ruhê civakê ye û resen e. Ji ber van egeran em dikarin bibêjin ku dengbêjiya kurdan resen e û naşibe ya tu gelî. Jixwe ev reseniya zargotina kurdan ji alî gelek lêkolîner û gerzanên cur be cur ve jî tê destnîjankirin. Yek ji wan lêkolînêrên F. Dubois De Montpereux di salên 1830’yî da ji bo lêkolînan diçe Kafkasya başûr, berhevdaneke mûzîk û kilamên gelên wê herêmê dike. Piştî ku ew li Pasûrê guhdariya kilamên Kurdî jî dike, van tespîtên xwe yên jêrîn dinivîse: “Ya rastî di mûzîkên Faris, Tirk û Gurciyan da ahenga hewcedar tune ye. Ji aliyê qarakterê xwe ve ferqa kilamên tirkî jî ji yên gurciyan, farisan jî nîn e. Jixwe wek diyar e, ew jî bi piranî teqlîtê cîranên xwe dikin. Lê belê dema bandora kilamên Kurdî di dilê min de peydakirin heta dawiya emrê xwe ji bîr nakim” (Gültekin,2013: 22). Îro roj amûr alavên ragihandinê gelek bi pêş ketine, gelek derfet hene ku meriv xwe bigihînin stranên gelê din û di navbera wan de danberheviyên zanistî bikin. Dema ku meriv bi vê nêrînê li stranên gelê din û dengbêjiya kurdan dinêrin ji alî rîtm û şêwaza vegotina stranan de cudabûnên pir şênber û beloq xuya dikin.

Hê di sala 1989’an de Mehmet Korkmaz2 di kovara Tempoyê de bi

navê, Navê Cot Standardiyê Kurdubesk: Bi Cevherê Xwe Kurd, Bi gotinên xwe Tirk bal kişandiye ser vê pirsgirêkê. Korkmaz di vê gotara xwe de qala gelek kilamên ku bi newa û gotinên xwe bi kurdî ne; bê ka çawa ji aliyê hin hunermendan ve wek bê nav û nîşan û bê xwedî bin, bi tevahî kirine malê û milkê xwe û çanda Tirkan. Bi ragihandina Mehmet Bayrak, Korkmaz vê rêwşê wisa şîrove dike:

Bedrî Ayseliyê ku bi eslê xwe suryaniye dibêje ku min teyibek girt û ez çûm Diyarbekirê. Dibêje ku min ji merakdarên Mûzîkê, newayê ku ji derdora xwe dibihistibûn û ji yextiyaran gelek stran tomar kirin. Ez van stranan ji nû ve bi kiras û gotinên Tirkî cardin şîrove dikim û distrêm. Kilamên ku em distrên tev ji Kurdî hatine wergerandin (Bayrak, 2002: 36). Wisa xuyaye ku Ayselî hay ji pîvanên zanista zargotinê tune ye, an hebe jî ev tişt bi zanetî kiriye wek karekê jê rêzî, peyvireke karmendiyê hesibandiye. Ji ber ku herî kêm divê kesên ku jê ev stran girtibûn nav û paşnavên wan herema ku ji girtiyê nîşan bidina. Ya herî girîng jî heman veguhezîna newa û zimanê stranê yê. Di dengbêjiyê de newa û ziman rihê 2 Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. Bayrak, M, (2002). Mûzik Dans û Şerqiyên Kurdî. Prf. Dr.Amnon

129

Di Zargotina Kurdan De Erka Saziya Dengbêjiyê: Kürt Halk Edebiyatında Dengbêjlik Kurumunun İşlevi Cihat Güney, Kemal Erol stranê ye. Bi vî awayî ev stran ji rihê xwe yên esasî hatine dûrxistin.

Ayselî di heman gotarê de wisa pê de diçe “Xebatên hevalên min jî ji yên min pir ne cuda ne, strana Sînemî ya ku li ser navê min tê zanîn û xistine repertuara radyoyê bi kurdî ye û ji bo keçikeke di ava Zapê de hunda bûye hatiye gotin. Vur davulcu (lêbixe daholvan) jî di reseniya xwe de bi Kurdî ye (Bayrak, 2002: 38 ). Ev hevok bi serê xwe mûkûrhatineke sosret e ku asta veguhezandina stranên kurdî nîşan dide. Em li ser agahiyên Ayselî têdigihên ku bi sedan kesan ev talana bê nav û nîşan kirine.

Ji nava hemû endamên komên kurdî yê ku girêdayî NÇM’ê bi navê Şahiya Stranan di sala 2000’an de komek tê avakirin û ev kom bi tenê li ser stranên ku newaya bi Kurdî ye û gotinên wan hatine wergerandin, sê heb kasetan derdixin. Weke mînak Di van kasetan de Rindikê bi navê Kara Üzüm Habesi, Lê Xanim bi navê Ha Hanim, Goranîy Bahar bi navê Ada Sahilleri, Lê Dotmam bi navê Ben Yetim, Yek Mûmik bi navê Bir Mumdur hatiye stirîn. Ev stran hem ji zimanê xwe yê resen, ji kurdî ji bo tirkî hatine wergerandin hem jî newaya wan hatine bikaranîn. Em dikarin bi sedan mînakên bi vî rengî li ser hev rêz bikin; lê ji ber kû mijara me ya esasî ne ev babet e em ê kurt bibirin.

Kurdolog û mîsyonerê Firansiz Thomas Boisê ji gulana 1900 an pê ve bi qasî 20 salan di nav kurd û xirîstiyanên li sûriyê da mabû, dibêje ku xirîstiyanên li Kurdistanê stranên xwe yên olî bi zimanên xwe, lê yên evînî û dilînî jî bi kurdî distirên. Vê dîtinê nivîskarê Ermen Arsen Yarman jî di pirtûka xwe ya bi navê Palu-Harup da piştrast dike (Gültekin, 2013: 24). Em ji vê nêrîna Thomas Boisî Fransiz fêm dikin ku newa û naveroka mûzîka kurdî bêtir li kilaman evînî tê, bêtir lê di fesil e; ya na yekê ku zimanê dayika wî cihê be, bê ka çima bi kurdî bistrê? Weke mînak Garabêtê Xaço, Aram Tîgran, Gula Dengbêj; herwiha wek Gula File jî tê binavkirin; ku heta ew û Evdalê Zeynikê di lecekê de diavêjin ber hev beriya Evdal dengbêja Surmelî Paşa bû.

Dema rêwitiyekê xwe da Komitas li herêma Araratê rastî dengbêjekî Kurd ê kal tê. Dengbêj berê xwe daye çiyayekî û distirê. “Kalê distira, newal û çiya jî pê ra distiran”. Komitas li wir disekine û heta kilama dengbêj diqede, guhdariya wî dike û piştre silavan li dengbêj dike û pirsan jê dike. Dengbêjê kal ji Komitas re dibêje: “Erê, lawikê min, ez Kurd im û bi Kurdî distirêm. Dema Kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hev du re bi kurdî diaxifin û distirên” (Gültekin, 2013: 25).

130 Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

(Uluslararası Sempozyum Bildirileri)

Em ji van gotinên kalê fêm dikin ku di navbera dengbêjiya Kurdan de û xwezayê de têkiliyeke pir gewre heye. Kurd çiya û baniyan jî weke zîndewer û giyanewer dibînin, derd û kulê xwe bi wan re parve dikin. Ji ber wê çendê jî dengbêjên Kurdan ji gul û kulîlkan bigire li ser deşt û zozan û çiya û baniyan stran sewirandine. Dema ku jinê Kurdan pez û dewarên xwe didoşin bi nazikî nêzî wan dibin, pêşiyê wan dixwrînin, mis didin û dema dest bi dotinê jî dikin, bi dengekî rehmanî hezkirinên di dilê xwe de ji wan re pêşkeş dikin. Dema ez zarok bûm gelek caran min ji diya xwe û pîrika xwe pirsiyê; çawa çê dibê ku hûn ji ajalan re stranan vedibêjin, qey ew bi zimanên me zanin gelo? Digotin; “belê kurê min ew jî wek me zindî ne dema em ji wan re kilaman vedibêjin ew şîrê xwe pirtir didin; dema em bi hezkirin nêzî wan nebin ji wan re kilaman nebêjin ew şîrê xwe dikişînin, vedijêrên êdî nadin.” Ev rêbaza ku kurdan ji mêj ve bikaraniye, van demên dawîn li gelek weletên ewrûpayê bi guhdarîkirina mûzîka klasîk hat ceribandin, piştî guhadarîkirina mûzîkê hat çespandin ku şîrê çelêka zêdetir dibe.