• Sonuç bulunamadı

The Function of Folk Poetry (Dengbêj Profession) Institution in Kurdish Folk Literature

3. Şevbihêrk û Dengbêjî

Li Kurdîstanê bi taybetî li heremên wek serhedê zivistan pir dijwar derbas dibin. Li van deveran berf gelek caran şeş heft mehan li erde dimîne deşt û çiya bi berfê mişt dibin; mirov jî ji mecbûrî li cih û warên xwe mane, ew şevên dirêj yên zivistanê jî wek barên ser baran e. Gel ji bo

132 Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

(Uluslararası Sempozyum Bildirileri)

dembihurandinek xweş piştî kar û barên xwe, li hev kom bûne. Kurdan ev hatina ber hev wek “şevbihêrk” bi nav kirine. Şevbihêrk bêjeyeke hevedûdaniyê, ji bêjeya şev û bihurandin (borandin) pêk tê. Ew jî tê wateya xweş derbaskirin, bihurandina şevê. Dengbêjan ev şevên dirêj, bi çîrok, pekenok, mamik û stranên xwe neqişandine, bûne xeml û xêza van şevbihêrkan. Ev şevbihêrk gelek caran li qesr û qonaxên mîr û began, carinan jî li odeyê gundan dihatin lidarxistin. Dema dengbêjên gerok bihatina civat ji bo xatirê wan bi carekê kom dibûn.

Li rex dengbêj û çîrokzanên ku ji aliyê mîr ve dihatin xwedîkirin, xebatkarên wan yê wekî qahwe çêker, aşvan û xizmetkar jî hebûn. Bixwe li hêla jorîn rûdiniştin, mêvanên bi rûmet li aliyê rastê; dengbêj çîrokzan û şêwirmendên mîr û began li aliyê çepê cîyê xwe digirtin (Ekîncî, 2013: 13). Em dibînin ku di van şevbihêrkan de cihê herkesî, û dema hertiştî ji mêj ve li gor kevneşopiya civaka kurdan hatiye diyarkirin. Ji ber wê çendê jî wek sazî û dezgehek bi pergal xuya dike. Herçend dûre hin sazî û dezgeh li ser vê şopê hatin avakirin jî lê tu carî van saziya dewsa van şevbihêrkan danegirtin.

Di şevbihêrkan de ewilî pirsgirêk tên xeberdan dûre dengbêjên li wir amede bin heta serê sibê berên xwe pêşkeş dikin. Mele Mahmûdê Bazîdî van şevan wek “gerelawiş” bi nav dike û di van şevan de dengbêj bi dorê stranên xwe pêşkeş dikin (Bayezîdî, 2010: 127). Li em dikarin bibêjin ku li hemû Kurdistanê bêjeyê şevbihêrkên bêtir berbelav e. Weke ku Beyazidî jî radigihîne pirsgirêk û dubendiyên di navbera civakê de di van şevbihêrkan de hatine çareserkirin. Meriv dikarin nimêjên berê yên înê yên ola Îslamê jî bişibîne van şevbihêrkan. Ji ber ku berê di nimêjin înê de jî pirsgirêkên civakî dihatin dihatin axafti û çareserkirin. Şevbihêrk ji alî çareserkirina pirsgirêkan de, wek meclîs îroyîn bi rola û rista xwe rabûne.

Bîrên pir kur hene dema ku meriv kevira diavêje ji binê bîrê, tu dengek, hesek jê nayê; bîra dengbêjan jî wek van bîrên bê binî ye. Bi seat û rojan stran, dastan û çîrokan vedibêjin hîn nabêjin bîsmîlah jî.

Weke ku dengbêjê nemir Karabetê Xaco jî gotiye, dengbêjan hemû berhem û nirxên gelê xwe di bîra xwe de digerandin (Ekîncî, 2013: 12). Li herema Amedê di sala 2018an de dema me berhevkariyên qadê dikirin, dengbêj û çîrokbej Qutbettînê Farqînî ji me re çi dastan, stran û çi çîrok pêncî du seatan vegotin û pêra jî digot; “Min berê di dîwana begên Farqînê de bê navber di şevbihêrkan de bi rojan vedigot, niha min gelek ji wan ji

133

Di Zargotina Kurdan De Erka Saziya Dengbêjiyê: Kürt Halk Edebiyatında Dengbêjlik Kurumunun İşlevi Cihat Güney, Kemal Erol bîr kirine ji ber ku ew şevbihêrkên berê êdî nemane û êdî em yextiyar in jî.” Roger Lescotê3, Fransizî li ser bîr û hişê bê sînor ya dengbêjan şaş

û metal dimîne (Uzun, 2007: 37). Lescot, gelek heremên kurdistanê geriyaye û dastan û çîrok berhevkirine. Dastana Memê Alan berhev dike û weke pirtûk çap dike. Ji ber wê çendê Lescot bi gelek dengbêjan re rabûye û rûniştiye.

3.1. Di Şevbihêrkan De Avêtina Ber Hev

Di dengbêjiyê de “avêtina ber hev û du” gellek caran bi roj û şevan, li ber xwe dida. Ev rêbaz di dengbêjiyê de ji mêj ve wek kevneşopî di şevbihêrkan de heye. Di leca dengbêjan de pêşbirkek hunerî û di wê mijarê de daxwaz û xwesteke serdestiyê heye. Yên di van lecan de serkeftî derkeve bêtir nav û dengî wî/wê belav dibe; yên ku têk biçe jî dilnizmiyê dike û dest li hember dengbêjê din datîne û serkeftin û mezinahiya wî bi gotinê xwe di nava wê civata amade de bi lêv dike.

Rojekî Evdal û dengbêja Mehmet Sûrmelî Paşa Gulêya Dengbêj di civatekê de diavêjin ber hev. Gulê jî di dengbêjîya xwe de gellekî jêhatî bûye. Gulê di wê heremê de ji kesî re nav û deng nehiştiye. Piştî sê roj û sê şevan Gulê ya navdar dest li ber Evdal datîne û dibêje ku: Evdal tu şairî û şairekî bê emsal î (Aras,1996: 42- 50).

Gula File li vir dest li ber evdal datîne, Gulê di dengbêjiyede ewqas xurt bûye ku ehd kiriye û gotiye, di dengbêjiyê de kî ji min zêdetir be ez ê bi wî re bizewicim. Li gor hin çavkaniyan ev zewac pêk nehatiye; lê li gor hin çavkaniyan her du dengbêj piştî wê lecê bi hev re dizewicin. Edî ji alî hemû lêkolîneran ve bê şik û guman hatiye destnîşankirin ku ji mêran bêtir jina kurd dengbêj e. Bi taybetî van demên dawîn bi bandora olperestiyê û ji ber şert û mercên civaka kurdan jinên kurdan derfet nedîne ku wek mêran hunera xwe pêşkeş bikin. Ev tişt me bixwe jî di qada berhevkariyê dît ku jinê ku dikarin bi her awayî dengbêjiyê bikin lê digotin: “Nabe ku deng û dîmekê jinekî bê qeydkirin navê wê derbasî ser rûpelên kaxiza bibe û li her derê navê bê xwendin, şerme, eyb e li me nayê.”

Evdal ji bo ku bi dengbêjê bi nav û deng Şex Silê re bikeve lecê, lê dixe 3 Roger Lescot ( 1914-1975): Rojhilatnasekî Fransizî ye, bi Celadet Elî Bedirxan re li ser zargotin û rêzimana kurdan gelek xebatên wî hene. Lescot, gelek heremên kurdistanê geriyaye û dastan û çîrok berhevkirine. Mêmê Alan, Êzdî, Ol û Dîrok û Jiyana Civakî û Gramera Kurdî berhemên wî ne ( Lescot, 2013: 7)

134 Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

(Uluslararası Sempozyum Bildirileri)

diçe Rojhilatê Kurdistanê. Ew û Şex Silê heft roj û heft şevan didin ber hev, Şex Sile roja heftan dest li ber Evdal datîne û dibêjê: “ Evdal haza ku tu şairî, tu hosteyê min î, ez şagirtê te me.” Piştî leca Şex Silê û Evdal nav û dengê Evdal li hemû deverên Kurdîstanê belav dibe (Aras,1996: 69-75). Pîştî leca Şêx Silê û Evdal edî dengbêjê din nikarin derkevin hember Evdal. Bi saya lecê dengbêjan hertim hewldane ku xwe di hunera dengbêjiyê de bi pêş xin û bi rengî hertim zîndî mane; ji ber ku ne diyare ku li ku derê di kîjan şevbihêrkê de wê rastî hev du werin û biavêjin ber hev. Li gor Süleyman Öz, kesên ku di êdî di dengbêjiyê weke hoste tên peşirandin bi “qewlikan” diavêjin ber hev du. Yê ku di van leca de serkeftîbin wek “qewlikbêj” tên binavkirin û bi vî navî êdî hostetiya wan tê peyitandin ( Kardaş, 2013: 26).

Bîrên pir kûr hene dema ku meriv kevira diavêje ji binê bîrê, tu dengek û hesek jê nayê; bîra dengbêjan jî wek van bîrên bê binî ye. Bi seat û rojan stran, dastan û çîrokan vedibêjin hîn nabêjin bismîlah jî.