• Sonuç bulunamadı

Ji Welatê Xwe bi Darê Zorê Derketin û Herî Kêm Ber bi Du Welatan ve Koç

4.2. DI NÛDEMÊ DE TAYBETIYÊN DIYASPORAYÊ

4.2.1. Ji Welatê Xwe bi Darê Zorê Derketin û Herî Kêm Ber bi Du Welatan ve Koç

Welatê kurdan ji hêla çar dewletan ve tê rêvebirin. Ango welatê kurdan parçe bûye. Her wekî tê zanîn wan dewletên welatê kurdan rêve dibin Turkiye, Îran, Iraq, Suriye nin. Ji bili van deran kurd ji ber sedemên curbicur welatê xwe koç kirine û berbelavê gelek welatên din jî bûne. Di çarçova babeta me de dema em vê rastiya parçebûna welatê kurdan jî dinirxînin ev pirs dertê pêşiya me; gelo kurd ji hemû peçeyên welêt bi darê zorê hatine derxistin. Em ê di bin vê beşê de şopên vê yekê di kovara Nûdemê de bigerin.

Kovara Nûdemê kovareke bû ku xwedî û berpirsiyarê wê kurdeke parçeya Turkiyê bû. Ji ber vê yekê pirtir li ser wan kesan disekinî ku ji Turkiyê surgun bibûn. Bi taybetî jî li ser wan surgunan disekinî ku di pêvajoya darbeya sala 1980yî ya li Turkiyê ji wê dewletê reviyabûn û hatibûn Ewrupayê. Li ser vê mijarê gelek nivîs di Nûdemê de henin. Em ê di vê derê de li ser hin nivîsên di vê derbarê de bisekinin. Di hevpeyvîneke Firat Cewerî de, ku bi Mahmûd Lewendî, Mehmet Uzun, Xelîl Dihokî re hatibû kirin, li ser edebiyata kurdî ya surgunê hatibû sekinin. Di wê derê de, derheqê vê mijara me de wiha tê gotin;

“Bi hatina 12’ê Îlonê re hem tevgra kurdî, hem jî tevgera demokratîk a Turkiyê derbeyek mezin xwar. Bi hezaran mirov di îşkenceyên nedîtî de derbas bûn. Pirr ji wan hatin kuştin. Hinekan jî xwe bi hoyîn gellek zehmet gihandin Ewropa. Îro, bi alîkariya wan kurdên ku xwe gihandine Ewropa mirov dikare behsa edebiyateke kurdî a nûjen bike. Bi dîtina hin kesan hatina 12’ê îlonê ji vê yeka han re bû sedem…”163

Wekê ku di vê derê de jî em dibînin kesên pey cûntaya 12ê Îlonê sala 1980 koçê Ewrupayê kirinin, bi piranî ji ber tirsa mirinê reviyane. Ev kesên siyasî li Ewrupayê di nav tevgerên diyasporîk de cih giritine. Di vê jêgirtina kovara Nûdemê jî tê fêmkirin ku bi alîkariya wan kurdên ku xwe gihandine Ewropa mirov dikare behsa edebiyateke kurdî ya nûjen bike.

89

Bi darê zorê cihûwarêxwebûyîn di Nûdemê de çawa me li jor behs kir, di nav sohbetan û hevpeyvînan de hatiye behskirin, her wisa nivîskarên Nûdemê yên sereke jî behsa surguna xwe ya bi darê zorê dikin. Li vir em ê piçek behsa serpêhatiya surgunê ya Zeynelabîdîn Zinar bikin ku ew jî bi darê zorê ji cih û xwê xwe bûye. Ew di vê derbarê de wiha dibêje,

“Di 12’ê Êlûna 1980 yî de ku Cunta Faşîst ya Sêyemîn hat, hetanî Sibata 1984 an, ez heft (heşt) caran hatim girtin. Çi cara ku ez dihatim girtin gelek îşkenceyên bi sosret li min dikirin. Heta li Îşkencexana “Kurdoğlu” ya herî bi navudeng ya Diyarbekrê, wan ez anîm ber kuştinê. Lê berî ku bême kuştin, heval Mele Brahîm şehîd kirin û ji kuştina min vekişiyan. Yekê Adara 1984an Dadgeha Leşkerî-1 ya li Dîyarbekrê, ez bi pênc salan girtîgeh û 20 meh jî sirgûn tawanbar kirim… Di dawiya 1984an de ez ji Kurdistanê reviyam û hatim li Swêdê cîwar bûm.”164

Çawa nivîskarên kovara Nûdemê dîrekt behsa vê bi darê zorê cihûwarêxwebûyînê dikin, her wekî wî em dikarin di nivîsên van nivîskaran de jî şopa vê yekê bibînin. Ji bo vê şopa zordariyê gelek nivîs henin û em ê yek û du heb ji van nivîsan mînak bînin. Mesela di helbesteke Medenî Ferho de em rastê vê tên. Ew di helbesta xwe de wiha dibêje, “Sal / Û wext / Ew kesê li devê derî ye / bê ol / û / bê xelat / Wek / Seyê har / Bi şev / Bi roj / Ew / Romî ye / Zilm û zora jiyana wî ye / Xwîn û kuştina xebata wî ye.” Dîsa di hejmara 3yem ya kovara Nûdemê de ji hêla A. Hîcrî Îzgoren ve helbesteke bi serenavê “Mahcir” hatiye nivîsîn. Di wê derê de jî em rastê şopên ji cihûwarêxwebûyînê tên. Wek vê em rastê gelek nivîsên vî rengî tên ku mijara wan bi darê zorê ji cihûwarêxwebûyîn e.

Welatê kurdan ne ji hêla dewletekê ve lê ji hêla pênc dewletan ve tê rêvebirîn. Me li jorê behsa cihûwarêxwebûyîna kurdên perça Turkiyê kir. Gelo ji hemû parçeya vê bi darê zorê cihûwarêxwebûyîn pêk hatiye an na? Em ê niha di Nûdemê de pey şopa vê yekê bikevin. Nûdem kovarekê bû ku dixwest xîtabî hemû kurdan bike û di navbera wan de bibe pireyekî. Ji bo vê yekê jî gelek hevkarên Nûdemê hebûn ku hem li welêt hem jî li welatên mazûvan yên diyasporaya kurdan di nav danûstendinekê de bûn. Mesela, yek ji hevkarên Swêdê Xelîl Dihokî bû ku ji parçeya Iraqê hatibû û derbarê wan kesan de agahî dida ku ji perça Iraqê koç kiribûn. Eger em nivîseke Xelîl Dihokî ya di kovara Nûdemê de binêrin dê em ê bibînin ku tenê ne kurdên perça Turkiyê lê kesên ji perçên din yên welêt jî di encam zordariyeke li ser wan ji cih û warê xwe bûne. Ew ji bo rewşa kurdên Iraqê wiha dibêje;

90

“Dema miletê kurd di sala 1970’ê de, bi xwîna hezaran şehîdan hinek mafê xwe wergirtin, ji nû xwendina kurdî -ew jî bi kurmanciya jêrî (soranî)- dest pê kir…. Lê di buhara 1974’an de dîsan şer di navbera milletî û faşîstên Iraqê de destpêkir. Hingê pirraniya nivîskar û ronakbîrên kurd -ku ez jî yek ji wan bûm- gihane rêzên şoreşê û ber bi deverên rizgarikirinê çûn.”165

Em ji van rêzikan fêm dikin ku li parçeya Iraqê jî şerreke dijwar di navbera kurdan û rejîmê de hebû. Ji xwe di dewama nivîsa xwe de Xelîl Dihokî wek sebebê koçkirina xwe, vê şerê nîşan dide û wiha dibêje, “Zulim (zilm) û stema dijmin cardin ez neçar kirim ku ez di sala 1982’an birevim û bigihêm hêzên şoreşa kurdî. Lê rewşa siyasiya aloza Kurdistanê ez neçar kirim ku di sala 1987’an bigihême welatê xerîbiyê, Swêdê.”166

Bi darê zorê ji cihûwarêxwebûyîn yek taybetiyeke bingehîn ya diyasporayê ye. Mirov dikare şopên vê taybetiyê di diyasporaya kurdî de jî bibîne. Me di paragrafên jor de şopên vê taybetiyê dîtine ku em dikarin vana wek delîl ji bo diyasporaya kurdî pêşkeş bikin. Her çiqas welatê kurdan ji hêla dewletên cuda ve werê rêvebirin jî, sedemê koça kurdan bo Ewrupa û çêbûyîna diyasporayê di encama zordariya ew dewletan in ku kurdan rêve dibin û dixwazin nasnameya kurdan ji holê rakin. Ango sedema koçkirina kurdan diyasporaya kurdan pêk tînin yek e ku ew jî kurdbûyîna wan e. Gelek şopên di derbarê vê mijarê de di kovara Nûdemê de henin. Lê ji bo zêde dirêj nebe em ê bi vê ve kîfayet bikin.