• Sonuç bulunamadı

2.2. DIYASPORAYA KURDÎ YA EWRUPAYÊ

2.2.1. Kurdên Swêdê

Kurdên Swêdê hem di nav kurdên diyasporayê de hem jî di nav hemû kurdan de xwediyê ciheke girîng in. Dîsa ji ber ku kovara Nûdemê ku em li ser dixebitin, li Swêdê ji hêla van kurdan ve hatiye derxistin di bin beşeke cûda de hinek li ser vê mijarê sekinîn ji bo naskirin Nûdemê û ji bo rewşa diyasporaya kurdî dê gelek kêr bê. Di nivîseke hejmareke kovara Nûdemê de ya ku di sala 2001î de hatiye derxistin, Firat Cewerî dibêje li gora texmînan hejmara kurdên li Swêdê gihîştine çil hezarî.68 Lê di xebatekê de ku pey sala 2006an hatiye kirin, ev hejmar wiha hatiye ziman; “Ji ber ku welatên ku kurdan dihewînin, kurdan wek hevwelatiyê Îraniyan, Tirkan, Sûriyan an Iraqiyan nîşan dide, em nikarin hejmara kurdan ya rastîn yên li Swêdê derxin meydanê. Lêbelê, li gor texmîna populer, hejmara kurdan di navbera 60,000 û 70,000î de ye.”69 Hejmara kurdan ya mîsoger li Ewrupayê her çiqas em nikaribin derxin meydanê jî em dizanin ku kurdên Swêdê li gor kurdên welatên din yê Ewrupayê di warê tevgerên ziman û çandê de bi taybetî tevgerên çapemeniyê de pêşdatir in.

Koça kurdan ji bo Swêdê di dîrokên cuda de hatine meydanê. Cara pêşî, pey salên 1965an, kurdên Turkiyê yên ji bo kar bi taybetî ji Anatoliya Navîn hatibûn, li Swêdê cih bûn. Paşê jin û zarokên wan yên welêt hatin û li vir cih bûn. Ev koç ne siyasî bû. Koçên siyasî bi derba eskerî ya di sala 1971î de li Tirkiyê ve dest pê kir û girseya mezintirîn pey cûntaya leşkerî ya sala 1980yî ve dewam kir. Ji perça Iraqê jî pey herba Korfezê koçeke mezin pêk hat. Herba Îran-Iraqê ya di salên 1980-88an û şoreşa Îslamî ya Îranê ya di sala 1979an dîsa sedemine din bûn ji bo koçên mezin. Kurdên Suriyê li gor yên din kêmtir in û ew jî ji sala 1980yî vir ve koçê Swêdê dikin.70

67 Nûdem, h.g, r.17-18

68 Firat Cewerî, “Kurdên Swêdê”, Nûdem, j.37, (Bihar 2001), r.4

69 Khalid Khayati, “Sweden As A Gravitation Center For The Kurds - Diaspora Formation And Transnational

Relations”, r.6

37

Kurdên Swêdê ji hêla çalakiyan ve ji kurdên din dihatin qetandin. Ew pirtir girîngî didan zimanê xwe û çanda xwe û bi gotina Firat Cewerî ve kurdên Swêdê li Swêdê di hişê xwe de Kurdistaneke xeyalî avakiribûn û zimanê wî welatî jî kurdî bû. Ji bo sedemên vê nivîskar Umer Şêxmûs di hevpeyvîneke Cafê Nûdemê de wiha dibêje,

“Çend faktorên serekî û bingehîn hene ku di vê yekê de rolê dilîzin. Yek jê ji salên sihî û hata niha partiya Sosyaldemokrat li Swêdê hakim bûye. Dudo, di dema ku kurd hatine Swêdê de sosyaldemokratên Swêdê polîtîkayek ji sosyaldemokratên din çeptir dimeşand û di vê polîtikayê de jî piştgirî û dostaniya gelên bindest hebû. Hem pozîsyona sosyaldemokrasiya Swêdê ji ya partiyên sosyaldemokrat yên Ewropa cihê bûn, hem jî raya giştî ya Swêdê bêtir humarîter bû. Ji ber vê yekê gelek kurd hatin Swêdê û ev kurdên ku hatin Swêdê jî bi piranî çepên kurd bûn. Loma mobîlîzekirina wan hêsantir bû.”71

Van şert û mercên xwezayî ji bo kurdên li Swêdê cih bûbûn wê îmkanê çê kir ku ew li ser kurdayetiyê hûr bibin. Ji ber ku van kurdên li vir cih bibûn bi piranî siyasî bûn û ji bo demeke dirêj dê li wir nemana, ew digotin ji xwe em ê ji bo wexteke dirêj li vir nemînin û vegerin Kurdistanê û madem em vedigerin em destvala venegerin. Ji bo vê yekê gava ew têne Swêdê, li her bajarê ku ew lê bi cih dibin komeleyan ava dikin û di wan komeleyan de dest bi xebata demokratîk û kulturî dikin.72 Kurdên ku li Swêdê cih bibûn bi piranî kurdên Turkiyê bûn û ew pêşiya ku werên Swêdê jixwe di nav tevgerên siyasî yên demokrat de cih girtibûn, ji ber vê yekê jî ew di hêla demokrasiyê de pêşketî bûn. Ew jî alîkarê wan bû ku ew zû têkevin nav tevgerên demokratîk.

Zimanê kurdî xalek ji xalên girîngtirîn bû ji bo kurdên Swêdê. Ew di civînên xwe de kovar û rojnameyên xwe de her wext zimanê kurdî bikar dihanîn. Lê, dema van kurdan li welêt bûn bi piranî Tirkî bikar dihanîn û kurdên welatên din yên Ewrupayê jî bi piranî di civînên xwe û weşanên xwe de zimanê Tirkî bikar dihanîn. Gelo çi bû sebep ku kurdên Swêdê giranî bidin zimanê kurdî? Sebebek vê ji hêla Firat Cewerî ve wiha hatiye ziman,

“Gava kurdên bakûr hatin Swêdê, bi kurdên parçeyên din re ketin têkiliyê, bi hev re komele û federasyon ava kirin, hingî dîtin ku heger ew di axaftina tirkî de serhişkiyê bikin, ew û kurdên parçeyên din wê ji hev tênegihîjin. Loma ew mecbûr man û hêdî hêdî li zimanê kurdî vegeriyan. Gava li zimanê kurdî vegeriyan û zimanê xwe bi dest xistin, êdî şexsiyet û nasnava xwe di zimanê xwe de dîtin. Loma heta ji wan hat xwe li zimên pêçan…”73

71 Firat Cewerî, “Cafê Nûdem”, Nûdem, j.37, (Bihar 2001), r.6

72 Cewerî, h.g, r.9 73 Cewerî, h.g, r.11

38

Kurdên Swêdê her wekî me got bi niyeta salek an du salan ve hatibûn Swêdê lê ev bû bîst û sih sal û zêdetir. Nivşên nû gihîştin, ew hêviyên mezin nehatin cih û astengên din bûn sebebê ketina aktîvbûna vê civatê. Lê dîsa jî civata kurdan ya Swêdê hem di dîroka nivîs û edebiyata kurdî de ciheke baş girtiye hem jî tevgerên xwe bi saya înternet û navgînên ragihandinên din ve têkiliyên xwe bi hemû kurdan re danîne û aktîvîteyên xwe berdewam dikin. Ew aktîvîteyên wê demê de pêk hatine, ew pirtûk û kovarên wê demê de hatine derxistin nuha li welêt careke din ji hêla weşanxaneyên welat ve têne çapkirin û ji bo xwendevanên kurdan dibine çavkarinên gelek baş. Nivîskarên wê derê gihîştîne nuha jî gelek berhemên biqîmet diafirînin.