• Sonuç bulunamadı

Pêşketina Tevgerên Vegerê yên Ku Qebûleke Hevpar Dest Xistiye

4.2. DI NÛDEMÊ DE TAYBETIYÊN DIYASPORAYÊ

4.2.4. Pêşketina Tevgerên Vegerê yên Ku Qebûleke Hevpar Dest Xistiye

Di terîfa diyasporayê de tê gotin ku “kesên ji welatekê ber bi herî kêm du welatan ve koç kirine”, wek têgeheke bingehîn ya ji bo terîfa diyasporayê tê bikaranîn. Ango, di bingeha diyasporayê de ji cihûwarêxwebûyîn heye. Ev kesên cih û warê xwe bûne dê bixwazin vegerin welatê xwe an na? Di terîfa diyasporayê de, dema em li ser dîroka danasîna diyasporayê sekinîn, me got diyaspora xwediyê hin taybetiyan in ku ew taybetî li gor terîfên berê û yên nûjen diguherin. Di vê çarçovê de taybetiya vegerê jî li gor terîfên berê û terîfên nûjen diguhere. Terîfên berê ji bo civata diyasporayê vegerê wek taybetiyeke bingehîn û îdeal dibîne û vê taybetiyê dixe merkezek ji merkezên diyasporayê. Wek mînak me cihû û ermenan dabû. Lê terîfên modern yên ji bo taybetiya vegerê di vê nêrînê de nînin. Ew dibêjin vegerîna welêt dibe ku nekeve merkezê û nebe armanc. Ji ber ku li welatên mazûvan ew wek niştecîh cih bûnin û naxwazin vegerin welatê eslî. Lê ew di şûna vegerê de pêvajoya surgunê û zehemtiyan derdixin pêş. Ji bo vê curê diyasporayê em dikarin Afro-amerîkîyan mînak bidin. Di vê çarçova terîfa vegerê ya ji bo civatên diyasporayê de dema em civata diyasporayê ya kurdan dinirxînin em dibînin ku bi giranî li ser vegerê hatiye sekinîn û veger wek armanca bingehîn hatiye

98

hilbijartin. Mesela, em dikarin di hevpeyvîneke Firat Cewerî de rastê vê yekê di Nûdemê de bên. Di wê hevpeyvînê de wiha tê gotin,

“Ez ne bi wê niyeta ku ez bibim Swêdî ez hatime Swêdê. Na, ez bi wê niyetê hatime, ku ez rojekê zûtir şerdên Kurdistanê bidime guhertin, bila para min jî tê de hebe û ez paşê vegerim welatê xwe. Lê vê yeka ha dirêj ajot, dîsan jî ez ê her vegerim. Hê stiranên min, çîrokên min romanên min ji bo keç û xortên Kurdan hene.”176

Civata diyasporayê ya kurdî wê armancê dabû pêşiya xwe ku di demeke kin de şert û şûrtên welêt guncav bikin û vegerin welêt. Di serî de, dema ew mecbûr man koç bikin, gelek kesên ji civata diyasporaya kurdan nedixwastin surgunê bimînin, ew dixwestin ku demek ji demek zûtir vegerin Kurdistanê. Ji bilî van nivîsên rasterast behsa vegerê dikirin em di kovara Nûdemê de rastê helbestan jî tên ku mijara wan veger e. Mesela, Bedirxan Epozdemîr di helbesteke xwe ya bi serenavê “Bendewar Bin, Ez ê Bêm” de xwesteka vegerê wiha tîne ziman,“Ez ê bêm / ku mecal nedin jî / rê û bend, / sûr û sînor / ez ê bêm. / ku qam û taqeta min / nemîne jî, / bê mecal û îmkan bim jî / bi hawar û gazî /ezê bêm. / ez ê bêm / sond û peyman / ji we re bi govend û dîlan, / bi şabaş û stan, / bi hesreta salan / bendewar bin / ez ê bêm”

Her wext di hişê entelektuelê/a surgunê yê/a kurd de fikra vegerê hebû. Ew vê surguna derveyê welêt ji xwe re wek firsendekê didît û digot heta ku ez vegerim ez ê vê dema ku ketiye distê min ji bo xwe û miletê xwe wek firsendekê bikar bînin da ku destvala venegerim welêt. Di vê derbarê de şîroveyên Umer Şêxmûs yên derbarê vê mijarê de wiha nin ku di kovara Nûdemê de derbas dibin.

“Tiştekî din jî heye ku divê mirov bi bîr bîne, ew jî ew e kurdên ku hatine Swêdê, kurdê n siyasî yên ku hatin Swêdê berê wan her tim li welêt bû. Ew ji bo demeke kurt hatibûn vir û loma hemû xebata xwe ya li Swêdê ji bo başkirina rewşa welêt dikirin. Wan kurtedema li Swêdê ji xwe re mîna firsendekê dizanîbûn û dixwestin dema xwe pir baş bi kar bînin, vala nesekinin û ku rojekê vegeriyan welêt destvala venegerin.”177

Me li vir behsa armanca vegereke di demeke kin de ji bo welêt kir. Lê her wekî ku tê zanîn ew hatina ji bo du sê salan bû deh bîst sîh û zêde sal. Gelo ev li ser pisîkolojiya vegerê ya vê civata diyasporya kurdî çawa xwe nîşan da. Nivşên nû yên ji vê nivşê surgunbûyî di çi rewşê de bûn û ji bo vegerê çi hîs dikirin. Li ser vê mijarê jî em dikarin di kovara Nûdemê de rastê nivîsan bên. Li ser vê mijarê Firat Cewerî wiha dibêje,

176 Cewerî, “Teyrikê Çemê Xerzan”, r.30 177 Ceweri, “Cafê Nûdem”, r.9

99

“Ji ber ku gava kurdên xwende û siyasî hatin Swêdê, ew bi niyeta salekê û du salan hatibûn, lê ew salek û du sal li wan bûn bîst sal. Bîst sal li wan bû kabûsek. Êdî wan xortanî li dû xwe hiştin û zarokên wan mezin bûn. Wan xwestin vegerin, nikarîbûn, adepteyî civata vir jî nebûn. Encama ku li Kurdistanê li bendê bûn jî nestendin. Problemên gelekan bi malbata wan re derketin. Gelek ji wan gêj bûn, bûne mîna çûkên ku hêlîn li ber wan herimî be. Tiştekî xwe wenda kirine, lê digerin, lê nizanin çi ye. Loma, mirov hem di warê siyasî de hem jî di warê edebî de bêhêvîtiyê dibîne. Di vir de krîzek xwe nîşan dide.”178

Civata diyasporaya kurdî xwe wisa li gor vegerê motîve kiribû ku dema ev pêk nehat di jiyana wan de krîz û tramwa dest pê kirin. Ew bi malbata xwe, civata xwedîmal re probleman jiyan. Ew taybetiya bingehîn ya diyasporayê ku veger e, gelo vegeriyaye li ser pênaseyên nûjen yên ku me li jor behs kir. Ango veger ji navendê derketiye û tenê ew trajediya surgunbûyînê maye li paş? Gelo nivşên nû dê bixwazin vegerin? An hêsta vegerînê di nav nivşên nû û yên berî ku di nav bêhêvîtiyeke mezin de bûn, dê xwe bikaribe biparêzîne. Me ji bo vê mijarê mînaka di kovarê de nedîtin. Dibe ku kovara Nûdemê qasê ku em van mînakan di wê de bibînin dirêj nejiyabe. Lê bi gelemperî di vê kovarê de, di pêvajoya deh salan de, hêsta vegerê her wext zindî hatiye girtin.

4.2.5. Bi civata Xwedîmal re Têkiliyên Xirab, Îdiaya Neqebûlbûna ji Hêla