• Sonuç bulunamadı

Ruknê Ewwil, niyet e. Yeʻnî bi qelbê xwe qeṣd bike ku “Ez filan nimêjê ji Xwedê

ra dikem” û sunnet e ku evê niyetê bi ezmanê xwe jî bibêje. Şerṭ e ku can û cil û cihê wî tev ṭahir bin. Ew jî bi destmêj bî, berî li qible bit û weqtê wê nimêjê bit.70 Eger wisan

nebit beṭal e.

Ruknê diduwan, tekbîra teḥerrumê ye, ku “Ellahu Ekber” bi ḥerfê rastê tammê

neġeleṭ bibêjit. Ew jî şerṭ e bi niyetê ra beranberî biket. Eger got û niyet vê ra di qelbê wî da ḥażir nebû, yan tekbîra wî ġeleṭ bû û sistî kirbû rast nekiribû û lal jî nebû, nimêja wî beṭal e.

Ruknê sisêyan, qiyam e. Yeʻnî eger bikarê divêtin li piyan biket. Eger ‘uzrê wî

hebî, wekê seqeṭî û nexweşiyê yan nimêjê sunnet dibin, durist e rûniştî [27] bike. Ku nikarê bila vezelandî bike. Ew jî jê ra qiyam tê ḥisab kirin. Rukuʻ û sucuda xwe jî divê ji hev ferq bike bi qasê îmkanê.

Ruknê çaran, xwendina Fatîḥe’ê ye di wê qiyamê da. Eger nizanê wacib e xwe hîra bike. Eger nikarê û zikrê başqe jî nedizanî, wacib e bi qasê Fatiḥe’ê ra bisekinê, wekê merifê lal.

Sunnet e ku di pêşiya Fatiḥe’ê da “weccehtu” bixwînê.71 “Weccehtu wechiye

lillezî feṭere’s-semawatî wel erże henîfen, muslîmen we ma ene mine’l-muşrîkîne. Înne’ṣ-ṣelatî we nusukî we mehyaye we mematî lillahî rebbi’l-ʻalemîne, la şerîke lehu we bîzalîke umîrtu we ene mine’l-muslîmîn.” Û sunnet e ku “E’uzu bîllahî mîne’ş- şeyṭanî’r-recîm” bibêjê, eger dizanê, paşê dest bi Fatiḥe’ê bike û sunnet e ku piştê

Fatiḥe’ê jî żemmu sûretek ji Qur’anê bixwînê eger dizanê, weger çi ayetek bi tin jî bit. Ruknê pêcan, rukuʻ e. Ku piştê Fatiḥe’ê û sûretê pişta xwe kûz ke bi niyeta

rukuʻê. Ḥeta ku destê wî bigehêje çokê wî û bi qasê “subḥanellah” ra bisekinê. Eger bi

niyeta rukuʻê kûz nebû,72 paşê gerande [28] rukuʻ, yan qeṭ nesekinî, beṭal e. Sunnet e

69 Di nusxeya kevin de di dawiya vê beşê de ev hevok hene: “Tu Bizan! Sunnet e di nimêja meġrib,

‘eşa û sibê da û di nimêja cumʻê, herdu ʻeydan, hîv ġeyirandinê û di temamê sunnetê şevê da ku Fatiḥe û żemmu sure eşkere bixwîne.”

70 Ew jî bi destmêj bit, berî li qible bit, weqtê wê nimêjê bitû cihê ʻewretêwî veşartî bit. (Nk.)

71 Di nusxeya kevin de weccehtu bi temamî nehatiye nivîsandin. Nusxeya kevin de wiha ye: “Sunnet e di

pêşiya fatiḥeyê da ‘Weccehtu wechiye… îla axir bixîne û Eʻuzu bîllahî mîne’ş-şeyṭanî’r-recîm bibêjî.’

59

weqtê kûzbûnê herdu destê di xwe bulend ke ḥeta ber girika milê di xwe û bibêjê “Ellahu ekber” û di rukuʻê da jî sê car bibêjê “Subḥane rebbiye’l-ʻezîm.”

Ruknê şeşan, îʻtîdal e, ku ji rukuʻê radibî. Şerṭ e ku tê da bisekinê, wekê pêşî. Eger

nesekinê beṭal e. Sunnet e weqta radibî herdu destê di xwe rake wekê pêşî û vê ra bibêjê “Semîʻellahu li men ḥemideh.” Ku pişta wî temam rast bû bibêjê “Rebbena leke’l- ḥemd.”

Ruknê ḥeftan, herdu secde ne. Ku bibêje “Ellahu ekber” serê xwe dayne ser ʻerżê,

bi qasê “subḥanellah”ê di wan da bisekinê. Sunnet e ku di her yekî da sê car bibêjê

“Subḥane rebbîye’l eʻla.” Di orta wan da jî ew qas bisekinê û bibêjê “Ellahu ekber” paşê rabî. Sunnet e ku bi qasê “subḥanellah”ê ra ji celsa îstiraḥetê ra bisekinê, paşê rabî.73

Ruknê ḥeştan, ew rûniştina orta herdu secdan e. Yeʻnî ji secda ewwil radibî, bi qasê “Subḥanellah”ê ra disekinê paşê yê pêva dike.74 Eger nesekinê, beṭal e. Sunnet e ku

di wê orte’ê da bibêjê “Ellahumme eġfir lî, werḥemnî, wecbirnî, wehdînî, werzuqnî, we ‘afînî.”

Ruknê nehan, [29] xwendina etteḥiyata paşî ye.

Ruknê dehan, rûniştina ji bo etteḥiyatê ye. Yeʻnî rûnê, paşê bixwînê.75 Eger ji

secdê temam ranebibû xwend, yan li piyan xwend, welew ḥerfek jî bî, beṭal e. Eger rûniştî nekarî bila bi qayde’ê karîna xwe bixwînê.

Ruknê yazdehan, ṣelewata li ser pêġember e di wî rûniştinê da. Yeʻnî piştê ku

“eşhedu” temam kir, bibêjê “Ellahumme ṣellî ‘ela seyyîdîna Muḥemmedin ‘ebdîke we resulîke’n nebîyyî’l-ummîyyî we ‘ela alî seyyîdîna Muḥemmedin.”

Piştê “Ellahumme ṣellî” sunnet nîne ku bibêjê “wesellem”. Lewra di “Esslamu ‘eleyke” da gotiye. Di etteḥiyata ewwil da, ne sunnet e ku bibêjê “we ‘ela alî seyyîdîna Muḥemmedin”, belkî mekrûh e.

Tu Bizan!

73 Sunnet e ku tê da sê car bibêje “Subḥane rebbîyel eʻla” paşê rabe, dîsa rûniştî ew qas bisekine.

Paşê bibêje “Ellahu ekber” biçî secda diduyan wekê yê ewil, paşê bibêje “Ellahu ekber” û rabe.

Sunnet e bi qasê “subḥanellah” ra rûniştî bisekine paşê rabe, eger yê rabûnê ye.(Nk.)

74 Yeʻnî ji secda ewil radibe, rûniştî disekine bi qasê “subḥanellah”ê, paşê diçe secda diduyan. (Nk.) 75 Yeʻnî rûnê paşê etteḥiyatê bixwîne. (Nk.)

60

Etteḥiyata ewil piştê du rekʻetan e, weger çi piştê wê rekʻetek bitin jî bimînit, wekê nimêja meġribê. Eger rekʻetek bitin gihişte îmamê û vê ra etteḥiyat xwend û piştê selama îmamê rabû rekʻetek kir, sunnet e dîsa jî bixwînê. Lewra cihê etteḥiyata wî ye. Ḥeta ku di nimêja meġribê da çar etteḥiyat jî caran çêdibit û di ġeyrê nimêja subḥê da gelek car sê etteḥiyat çê dibit. Xwe baş hîra ken Xweda tewfîq bide we. Weqta ji

etteḥiyata ewwil rabî sunnet e bibêje “Ellahu [30] ekber” û herdu destê xwe jî vê ra

bulend bike, wekê pêşî.

Ruknê dazdehan, selam dayîna ser milê rastê ye. Ku bibêjê “Esselamu ‘eleykum

we reḥmetullahî” û berê xwe bizivrîne ser milê rastê. Sunnet e selama diduwan jî li ser milê çepê. Di her duwan da jî sunnet e ku berê xwe wisan bizivrînê ku kesê li pişt wî ye rûyê wî bibînê.

Di nimêja subḥê da sunnet e ku di rekʻeta paşî da piştê rukûʻê76 “Qunût” bixwînê,

eger dizanê. Eger nizanê, yan jibîr kir, yan etteḥiyata ewil nexwend, weger çi qeṣden jî bit, sunnet e du secde’ê sehwê77 di pêşiya selamê da bibe, paşê selam bide. Di nava

nimêjan da û di pêşiya wan da û di piştê wan da gelek ezkar û tesbîḥatê di sunnet hene, em nanivîsin. Lewra dirêj in û ne wacib in.

Ruknê sêzdehan, tertîb e. Yeʻnî me çan ji serî ve got, ji berê ve bike. Eger bi wê qayde’ê neket beṭal e. Mesela: Eger çû rukuʻê paşê bîra wî ket ku Fatiḥe nexwendiye, yan ayetek wê kêm hiştiye, wacib e ku rabî piyan, Fatiḥe bixwînê, temam ke, paşê taze biçî rukûʻê û nimêja xwe [31] temam ket.

Eger bi şek ket di nimêja xwe da temam e yan ne temam e, wacib e rekʻetek başqe biket û sunnet e ku du secde jî ji bo sehwa xwe bibe paşê selam bide. Hem sunnet e secda sehwê ji bo sehiwkirina xwe, eger bi tenê nimêj dike û ji ber sehwa îmamê xwe va jî, weger çi îmam secde nebe jî. Lakin ku bi îmamê ra bû û xwe sehiw kir, ne îmamê wî, secde sunnet nîne. Lewra îmam ḥemla wê sehwê diket, yeʻnî ji ser radiket.

Benzer Belgeler