• Sonuç bulunamadı

Zembîlfiroşa Feqiyê Teyran

3.4. HEVBEŞIYA ÇÎROKA ZEMBÎLFIROŞ Û ÇÎROKA ÛSIF Û ZELÎXE

4.1.1. Zembîlfiroşa Feqiyê Teyran

1.

Ey dil were disa bi coş Carek ji cama mey binoş Bikim qîsseta zembîlfiroş Da seh bikin hîkayetê 2.

Zembîlfiroş lawek rewal bû Bi kulfet û ehlî ‘eyal bû Husneka Ûsif li bal bû Heqq e rezzaqê qismetê 3.

Ew qewî lawek feqîr bû Daîma Xudê di bîr bû Di pîşê selkan jîr bû Dest dikir bi wê sin’etê

149 4.

Şuxlê wî selk û tebeq bû Daîma ew rast û heq bû Qîmetê selkan wereq bû Her bi destê meşxeletê 5.

Kulfetî qismet li wî bû Ji tişt û mal çi wî bû Di pîşê selkan qewî bû Her bi destê meşxeletê 6.

Her roj bi dest zembil di best Dibirine bazaran bi qest

Xarin û nan dihat bi dest Razî di bû bi qismetê 7.

Rojekê selkan ku tîne Xatûnek jor da dibîne Bi dil û can dil hebîne Ketîye benda muhebbetê 8.

Muhebbetê keç mubtela kir Sir li carîya aşkera kir Lawekî qelbim cuda kir Min ji ‘eşqan xew netê

150 9.

Ew letîfa bê îxtîyar e Carîyek jorda hinare Tu here bêje bi zar e Ma bibin ser meslehetê 10.

Ew carîye di xewfa Xudê ne Law bi vê hîlê di bîne Mîr ji te selkan dibîne Lê dikitin hîletê 11.

Tu çêke selkan di carke Bîne dergahî beha ke Mîr heqê te dê eda ke Şuxlek xêra te tê 12.

Law rabû çûye malê Çêkirin selkên delalê Anîne dergehî rewalê Riziq ev e heq bide tê 13.

Selik birin bi jêr hinarê Dît carîyek hate xarê Mîr jî tê divê dîdarê Dê bide te qîmetê

151 14.

Go bila qîmet bo wî be Ew nizanît bena û lîb e Çûna bal mîran çi be? Ewê nizanît haletê 15.

Law bi wî lîpî nizanî Bê fikir ew çûye banî Derke dada dergevanî Ev çi bela bû law ketê 16.

Wî ku dî der pêve dav e Xeyriye lê reng û çav e Go: yeqînî ev hîle dav e Ez dê bibînim zehmetê 17.

Ew carîye pir lîp û bend e Law bi bal mîran vexwende Dît şîpalek lep ji qende Qet kes nedabû wesfetê 18.

Lawî rast bi Xudê re Pir ji wî qencî digere Min ji te navê pir zêde Min xilas ke ji zehmetê

152 19.

Xatûn di bê çare tu nin e Qerm neke were nivîne Min bi te daye evîne Da bibînim ji te lezzete 20.

Law di bê tirsim ji abcorî Du heram bîne dîyarî Agirek wê li me bibarî Ez û tu bikin tewbetê 21.

Keç di bê lawê bîyanî Ez dibêm da tu bizanî Min ji bo ya dil tu anî Tu nizanî muhebbetê 22.

Law ji xatûnê dibêje Tu mexaz ya dil divête Da ji Heq nebin fîhête Rûspî bin qîyametê 23.

Keç dibê bavêj xiyalan Were nêv doşek û balan Bên bike zilfan û xalan Dûre ji ya axretê

153 24.

Law dibê zulfêt herîr e Ma pîruz be ew li mîr e Çi heddê lawê feqîr e Dest bidet vê muhebbetê 25.

Keç dibê lawê firîvan Were nav ruhan û sêvan Şekirê bimêj bi lêvan Şubhê dama şerbetê 26.

Law dibê qet nabe temamî Her wekî şekir di camî Ji ser û pê li min heramî Tirsim ji me’na ayetê 27.

Keç dibê lawê rewal e Ger te hacet zêr û mal e Her çi te xwast min kir helal e Bes bike vê huccetê

28.

Law dibê ezî têr im

Zêr û mal çi wê xwendêr im Ez ji tirsa heq newêrim Ne ku be’îd bim ji rehmetê

154 29.

Keç dibe lawê rast ne Mîr li kurmancan qiyas ne Te ji destê min xelas ne Bo li te didim muhletê 30.

Law huccet kir te hingav e Çim teharet kim bi av e Keç nizanî wê xwe tav e Dûr e ji qebahetê

31.

Xatûn pir şox û mest e Law bi dil û can dixweste Mesînek da bi dest e Ji bo te bikim xizmetê 32.

Law derket ji menzelê Dê çûye ser banî kelê Qet çare nebû tê da herê Dema dî fikir hîletê 33.

Dema ku dî dil kir girî Dil şewitî ew pir girî Rû da û evraz fikirî Ban kire Şahê qudretê

155 34.

Bang kire padîşahê mubîn Go: ya delîl û kazirîn Tu şad dikî qelbê hezîn Xelas dikî ji zehmetê 35.

Ya xaliqê zehmet kesîr Ya alimê bi qelb û zemîr Hemî sirran tu pê xebîr Fettah î babê şefqetê 36.

Fettah tu yî mifteh bi dest Tu xaliqî her çi ku hest Yek car bi te min pîst dibest Da min nabî hilaketê

37.

Serbîs bi şaran birî Eyub wekî kirman dirî Ûsif wekî ‘ebdal kirî Lê înan ser siltenetê 38.

Wan îbrahim avête nar Pêt û piring lê bûne sar Vêda birin te ji boy nar Te xilas kir ji zehmetê

156 39.

Musa di nêv behra ‘emîq Te lê vekir duwanzde terîq Fîr’ewn di nêv maye xerîq Te daye bezayê sîrketê 40.

Yunus wekî Hûd da belhand Yek weslke jê nexland Dîsan bi dinê wesland Min sidq û bawer bite tê 41.

Bawer bikin vê gotinê Tofan ku hat girte dinê Nûh û gemî man bi tenê Tu yî xaliqê vê heyatê 42.

Deşt û çîya têk bûne behr Wan asî û xelqê di xwer Cumle di nîv de mane qehr Tu yî layiqê wehdane tê 43.

Te xilas kirin ew hemî Dizanim ku tu ne naîmî Ez dê xwe bavêm vê demî Hewl û qudret ji bal te tê

157 44.

Lawî rast e bi cebbar e Dil yek e nabe dibare Xwe ji burcê avête xar e Zû hate nêva Hêşetê 45.

Ew xaliqê her ‘ilim li nîk Wî gote Cebraîl çapîk Here ‘ebdê min bigire sivik Qene li bike sîyanetê

46.

Ew Cebraîlê pir çelenk Hate xarê ji banê felek Law li hewa girt û gelek Ji wîra diket înayet 47.

Cebraîl hatî ji kerem Law li hewa girt bi şerm Daîne ser erdî bi nerm Dûr kir ew ji delale tê 48.

Lawê rast pak wucûd e Ew ser bir bi sucûd e Şukur kir ji Wedûd e Lê xilas kir ji zulmetê

158 49.

Şukr û minnet ew ra dixwest Dîsan bi mal rabû bi qest Mîran selik kêşa ji dest Zembîl sitandin bi zulmetê 50.

Jinê hebû ‘eqlek ji dor Her çi selik standin bi zor Me sipare padîşah ji jor Eda bikit di qîyametê 51.

Jinê ku ev gotin kire

Bi yeqîn ew ji mîr qanî’tir e Ew ji ya Xudê çû bû hazir e Tu ‘alim î bi xeyba nîyetê 52.

Jin dibê tu were êre Em agirek bikin lêre Wekî dûh û wekî pêr e Betal nekin vê ‘edetê 53.

Jinê tendûr hilkir di mal e Derî girt ew çûn ji bal e Da cîran nekin fikr û xeyal e Me navê zatî şuhbetê

159 54.

Jinê tendûr helkir sivik Zadek nebû bavê kûçik Derî girt û çûbû jinik Tendûr nûr bû ji nî’metê 55.

Tendûr pir bû bi nan û aş Derî girt û çûbûye paş Xaliq ji ba xwe qismet mî’aş Tendûr ser bû ji nî’metê 56.

Cîraneke wan hate ser Agirek ji wan xwest bi xeber Dema ku wan kir lê nezer Tijî bû te’amê cennetê 57.

Xêr da ewan ku bê hisab Înane der nan û kebab Şefqet li wan kir ew Wehhab Têr bû ji zad û mihmetê 58.

Ger bi roj e ger bi şev e Ta’et bikim hûn bi xwe ve Her çi rast e ceza ev e Da hûn nebin ji axretê

160 59.

Ya Muhemmed xemxwarê ummetê Her çi ji min bawer ne tê

Ne musteheqqê şefa’etê Mexreb dûr e roja axretê 60.

Ey ‘Mîm û Hê’ xweş defter e Her çi ji min ne bawer e Ne ji ummeta pêxember e Her musteheqqê şefa’etê