3.3. DI FOKLORÊ DE QONAXÊN CUDA YÊ ÇÎROKA ZEMBÎLFIROŞ
3.3.4. Nivîsandina Şemo Qasim ya ku Wergera wê Hallocî Larê Kiriye
Min vê carê nivîsareke li ser Çîroka Zembîlfiroş'ê, ji pîtên aramî veguhast ser pîtên latînî û “malikên li ser çîrokê û deqa nebelavkirî ya vê çîrokê ne tê de”, li hin cihan min destkarî di rastnivîsiya vê babetê de kir.
Ev nivîsar a berêz Şemo Qasim e û di jimareya 23 ê ya Kovara Lalişê de hatiye belavkirin. Kovara Laliş ê kovareke çandî ye û ji aliyê bingehê Laliş ê bi zimanên kurdî(kurmanciya bi pîtên latînî û aramî) û erebê li herêma Kurdistanê tê derxistin û di jimareya 28 ê ya 2008 an a kovarê de çend gotarên bi zimanê Îngîlîzî jî hatin belavkirin.
Eve hûn ew deqê nebelavkirî ji beyta Zembîlfiroşî ku serhatiya wî hate gêran û li ser zarê husta Cemo Mecêwrê Xetarê (Xaterê gund e) hatiye veguhastin û wî ji hustayê xwe wergirtiye.
Ey meclisa pir zewq û xoşî Guh bidene suhbetek xoşî Dikeyn behsê Zembîlfiroş
129 Yadîl were... yadîl were
Hinciyê bi te înit bawere Neşf’et lê ye ne mehdere
Yadîl were... carek bicoş Camê dila şerbet ‘inoş Dil îqîna Zembîlfiroş
Zembîlfiroş lawkê rewale Wê çêdket zembîlêt male Şevê û rojê axret xeyale Zembîlfiroş zembîla tîne Kolan kolan digerîne
Xatûn li ser banê dimeyzîne Qelpê dilê wê diqetîne
Xatûnê mifte lakir
Çû hindir û sur li cêriyê eşkera kir Go vî derwêşî qelb û dilê min cuda kir
Çi xatûneka bi xêlî û sipîçare Ewê cêriya xo dihinare Da wî derwêşî bînite bale
130 Go ya derwêş mîr wê te dixwende Wê bide selka te zor behamende
Zembîlfiroş dibê bila we bî Cêriyê tu selka ji mîr re bibe Çi Xwedê qismet kirî bila ew be
Çî cêriyeka bi bend û wilêbe Ku derwêş neka çu hisêbe Dîtina mîreka ne 'ecîbe Cêryaî derwêş anî
Dergeh da destê dergevanî Lawkî bi fêniyê nedizanî Dergevanê dergeh dadave Derwêş qutbû ji ejnî gave Ewî nedizanî pîşiya wî dave
Xatûnê got:
Zembîlfiroş hey lawkê biyanî Ez rastî bêjme te tu pê bizanî Min tu ji muhceta dilê xora anî
Zembîlfiroş got: Xatûnê ez tobedarim Ez xudan mal û ‘eyalim
131 Li ber mîrê mezin ez gunehkarim
Xatûnê got:
Zembîlfiroş lawkê feqîra Tu keremka li ser textê mîra Axretê tu bike ji bîra
Zembîlfiroş got: Xatûnê gerdan şibabê Em dê çine nav ax û tirabê Tirsa min ji roja hîsabê Ez nakem vê xilmetê Min dil nebû bo vê fîkretê Tirsa min ji qiyametê Xatûnê got:
Hey Zembîlfiroş lawkê mirêva Keremke li nav baxçê sêva Dîşlîm bike bi herdû lêva
Zembîlfiroş got: Xatûnê gerden tenikê
Reşkeziyê te wek marê di selkê Wê ditên û diçin li qasekê Xatûnê gerdenzerê
132 Tirsa min ji roja mehşerê
Xatûn çû û çû bi kar kir
Qolê zêra li ber eniya xo bar kir Kalemêrê heftê salî dîn û har kir
Zembîlfiroş got:
Xatûnê tuye aqil temamî Ye şirînî wek şerbeta camî Ji serî û binî tu li min heramî
Xatûnê got:
Zembîlfiroş lawekî xase Bes bike zehmet û qase Tu ji destê min nabî xilase Zembîlfiroş got:
Xatûnê li sehtê û gavê
Ez da tehiyatekê bigirim bi avê
Wê nedizanî ew dê çite ser banî û xo havê
Çi xatûneka sermeste Û av ji cêriyê dixweste Go ezê bikem li deste
133 Eve gunneheka mezine
Tu avê bikey li destê mine Ew gunnehkariya her bo mine
Derwîşî seh kire mezelê heta mezelê Û 'erdek nebû xo lê veşerê
Derwêşî da dercêt serê
Zembîlfiroş çû serbanê qesrê û destê xo berejêr kirin: Derwîş bere jêr fikirî
Û bere jor rênî û berda girî
Got yarebî tu min xilaskey ji vî agirî
Banga min rebî xeqîqetê Min xilas bihey ji vê zehmetê
Yarebî bang û hawarêt min ji ba te tê Banga min Xwedê û melekê cebare Yêt wekî Eyubê kurma xware Yêt wekî Îbrahîm û Sare
Yêt wekî Nemrudê Luqat Tenare Yêt wekî Hebîbê Necare
Xwindkarî jê dixwast barek arê mişare
134 Were binve wek her car
Xwedê mestire ji şah û xwindkar
Banga min xwediye êkî bi tinê
Yêt wekî Nebî Nuh sefîne gêran li dinê Li serê çiyayê lê sekinî Cudî bi tenê
Xwedê gotê Cibraîl û teyrê sivik Tu here ber burca kinik
Zembîlfiroş danê erdê tenik
Pê nekey çû zehmetê Demê dikefte wê qadê
Bang û hawarêt wî ji ba ma tê Kelha xatûnê mermer hezare Zembîlfiroş xo dihavîte xware Û tiştek jê nedibû azare
Zembîlfiroş dihate male û çu nemalbû li xeyale Maliyê vêra dikire şer û qêl û qale
Tu çuyî bi selik û tebeq û tu hatî vale Emê bi çi xwey di têrken van 'îyale
Zembîlfiroş dibêje maliyê: Ez çûme pir fîşekala
135 Digel xatûneka bi xêlî û spîçare
Qesreka bi mermer hezare Bo demekî ez têda kirim hesare Û min ji ser qesrê xo dihavête xware
Û bi qudreta Xwedê tiştek li min nedibû zirere
Ew maliya bi sitûmûrî
Got ya derwêş hinciyê li te bike zurî Me ew sparte rebê jûrî
Zembîlfiroş got:
Maliyê agirekî dade li hêre Û her wekî duhî û pêre Xwedê dizane bi şer û xêre
Maliyê agirek dada bi kuçik Melek Cibraîlê emîn hate nik Çendîn tam û tiruşk havîtine zik
Wexta maliyê derê beroşê vekir Ma şaqis û hizra rebê xo kir Zarok komkirin dinav wan kir
136
Li vir beyt tê birîn û nêzîkî deh malikên din jî mane û dest me neketin. Bi hêviya min rojekê ez bikarim peyda bikim.
Belê hustayê ji mi re gotî bi serhatî ev ya mayî veguhast. Digot Zembîlfiroş bar kir û qesta cihekî xewle kir li dewrûberê Mêrdînê û rojekî Mîrê Mêrdînê lê bûye mîvan û nas kir û vegerande Diyarbekir û bû mîrê wê deverê.