• Sonuç bulunamadı

Li Gorî Hesen Reşîd Amêdî Serpêhatiya Çîroka Zembîlfiroş Amedî

3.3. DI FOKLORÊ DE QONAXÊN CUDA YÊ ÇÎROKA ZEMBÎLFIROŞ

3.3.2. Li Gorî Hesen Reşîd Amêdî Serpêhatiya Çîroka Zembîlfiroş Amedî

Di vê gotina foklorîk de tiştekî balkêş eve ku navê Zembîlfiroş wek “Şahîn” Navê bavê wî jî wek “Mehmed Emîn” tê gotin.

Hol bi coş hol bi coş, rojek ji rojêt deloş wem dê bikîn medhêt Zembîlfiroş, wem dê beyan keyn heketê.

Zembîlfiroş kurê paşan e Lawko kurê paşan e Xwedanê koçk û eywan e Digerîtin li keyf û sêran e

182 h. b. r. 129.

112 Her ji eşqê û muhbetê

Zembîlfiroş nê kurê mîr e Lawko wek kurê mîr e Digerîtin li rav û neçîr e Bi rêkê dît qebrekê kûyr e Serê wî girt heybetê

Dibêjîtin: Madem mirin heye Dinya bes e, bila bimînit bo axretê Zembîlfiroş vezvirî mal e

Lawkê min vezviri mal e Ji babê xwe dikir sual e

Tu bo çi hukim û ehkamê digêrînî Xerc û xeraca ji feqîr û jara distînî Ma tu nizanî mirin ya heyî?

Dinya ya puyç e ew çenda betal e Babê gotê: Navê te Şahîn e Navê babe te Mehmed Emîn e Tu were li cihê min rûyne Hukim ehkama bigêrîne

Xerc û xeraca bi destê xwe bistîne Tu şole ji vê hikayetê nîn e

Zembîlfiroş kurkê weral e Lawko lawkê rewal e Hesp û zîn zûy kirne vale Cuda kir ‘erz û’ eyale

113 Di dest perwiya da çû xar e

Çû ber kela mêzê rewal e Sume’tê selka li bale

Ew dest havête kursiyê vê sin‘etê Zembîlfiroş zembîla tînît

Lawek nê zembîla tînît Kolan der kolan digêrînît Xatuyn di pencerê da dibînît ‘Eqil diçît sewda dimînît Xatuynê gote xidamê Dê rabe here ji bo Xwedêwo Here lawkî bibêjwo

Mîrî du zembîl ji te divêwo Bi heceya vî(ê) hêcetê Belkî bête hîdayetê Xêra Xwedê ew sohbetê Wem da bibînin lezetê ‘Elella roja qiyametê Înşella dî çîne Cenetê Xidam sipêdek rabiye Wev delal sipêdek rabiye ji dergehê qesrê derketiye Zembîlfiroş li serê cadê Ew li binê qesrê girtiye Di gel Zembîlfiroş vegotiye

114 Mîrî du zembîl ji te xaztiye

Zembîlfiroş destê xwe fekiriye Çu zembîl ji beledê

(Jidengê) paşayî

Di destê xwe da nedîtiye Zembîlfiroş vezivirî mal e Çêkirin du selkên ‘al e Havêtine burc û hewal e Li dergehî bi serkevte mal e Dergehvan der pê vedan Kilîl û mîftah helînan Ya Rebî çi fend û fêl Ya Rebî çi fend û lêl Di dîwana mîr bê hesêb Kevtin derê vê muhbetê Xatuyn dê min ji rê betê Xatuyna dibêjitê:

Zembîlfiroş kurkê derwêş e Lawko lawkê derwêş e Tu kerem ke were pêş e Qîmeta selkêt xwe bêje

Ya mezin dê ser bi ser li ber zêra kêşim Ya biçûk bi wê qîmetê

Zembîlfiraş dibêjitê: Xatuynê qet nê we nîn e

115 Qîmeta selka çû nîn e

Destekî li malê bikêrîn e Tu rizqekî bo min bîn e Wez ê bi rizqê xwe razî me Ax nê wez ê razî me Bi wê qismetê Xatuyna dibêjitê:

Zembîlfiroş kurkê feqîr e Lawko lawkê feqîr e

Kerem ke li ser doşeka mîr e Bo te têkim qelunya mîr e Têk vedet zulf û helîl (herîr) e Dê ji nûy bînî lezetê

Xêra Xwedê ew sohbetê ‘Elella rojeka qiyametê Înşella dê çîne Cenetê Zembîlfiroş dibêjitê: Xatuynê qet we nîn e Rûyreşê qed nê we nabit Şerbeta li nav tasê cam bît Venaxwim li min heram bît Nahême hîdayetê

Wez nahême meslehetê Wagirê Xwedê bi ruhê ketê Tu bes bike vê hikayetê

116 Nê qiyameta li diwî pê me tê

Te wez birme hilaketê Xatuyna dibêjitê:

Zembîlfiroş kurkê ‘Ebbasî Lawko lawkê ‘Ebbasî Wextê tu bi bedenê kirasî Hatîve mi tu bo xwe niyasî Dê were hîdayetê

Dê tu were meslehetê Xêra Xwedê ew sohbetê Wem da bibînîn lezetê ‘Elella rojka qiyametê Înşella dê çîne Cenetê Zembîlfiroş dibêjtê: Xatuynê qet nê we nîn e Rûyreşê qet wê wenabît Mecme’a zêr bi nîşan bît Xas û ‘am li nav deynan bît Nane genim li rexan bît Wez naxwim li min heram bît Nahême hîdayetê

Wez nahême meslehetê Agirê Xwedê bi ruhê ketê Tu bes bike vê hikayetê Nê qiyameta li duy pê me tête

117 Wez birme helaketê

Xatuyna dibêjtê:

Zembîlfiroş kurkê biyanî Lawko lawkê biyanî Tu kerem ke were xanî Her min tu ji bo dilê xwe anî Ax dilê min ay dilo (hey dilo) Her mi tu ji bo dilê xwe anî Dê were hîdayetê

Dê tu were meslehetê Xêra Xwedê ew sohbetê Înşella dê çîne Cenetê Zembîlfiroş dibêjtê:

Xatuynê wê neke ya dil tivêtin Rûyreşê wê neke ya dil tivêtin ji Xwedê bibînî fihête

Ji xatuynê ra hurmetê Agirê Xwedê bi ruhê ketê Tu bes bike vê hikayetê Nê qiyameta li duy pê me tê Te wez birme helaketê Xatuyna dibêjêtê:

Zembîlfiroş qet we nebêje Lawko qet we nebêje

118 Heft heyva bi ser çineve rojî û nivêj e Xwe dê bînî zehmetê

Xwedê hêye hîdayetê Xêra Xwedê û sohbetê Wem da bibînîn lezetê ‘Elella rojka qiyametî(ê) Înşella dê çîne Cenetê Zembîlfiroş dibêtê: Xatuyna gerden bi morî Delala gerden bi morî Şol nabin bi kuttek û zorî Xwe bigre heta hingorî Belkî bême meslehetê Xêra Xwedê ew sohbetê Înşella tu nabînî wê lezetê Xatuyna zêr li wenî Ew rabû xweş xweş kenî Law hate hîdayetê

Wev şev li min dê bit xenî Xidamê sivik bilezîne Rûyreşê sivik bilezîn e Qazana navê tu bîne Pirincek law ra bikelîne Şîr û şekirê li ser bireşîne Zembîlfiroş biçûyke tifal e

119 Yê birsiye û waqilê wî çu nîn e Lew hate hîdayetê

Nê lew hate meslehetê Xêra Xwedê ew sohbetê Wem dê ji nûy bînîn lezetê ‘Elella rojka qiyametê Înşella dê çîne Cenetê Tu ciha dane xewa me tê Zembîlfiroş lawkê serbest e Ew mesînek ji xatuynê xwast e Bi wê hecetê diçîte tarek û dest e Xatuyna ser bi mest e

Li ser lingekî rawesta

Ew mesîn sivik daye bi dest e Zembîlfiroş ser dikevîte serbanî Çu erda nabînîtin ji xeyrê esmanî Ji pê ve dibêt ya Rebî Rebê zulcelal Te emanetek bo ‘eyal

Wez ê xwe di burcêt kelê da pavême xar Kurkê Xwedê xwe divêt

Lawkê Xwedê xwe divêt Xwe li burcêt kelê da tavêt Le pîsa kurî û fêt

Cibraîl perkê sivik Gehişte ‘ebdê kurk

120 Dana bo ‘erdî nermik

Xatuyna van şaliya Wey şemala şev tariya Meşya bo di gel cariya Min nezanî law xwe tavêt Ya Rebî çu lê nehêt Xatuynê rûndik bo dêt Zembîlfiroş rabû çûve mal Jê sual kirve ‘erz û ‘eyal

Gotî: Pa kanê qîmeta selkêt me yêk ‘al? Zembîlfiroş dibêjtê: Mirov hebûn aqil li cor Selik ji min sitandin bi kuttek û zor

Min hilpirastînî Xaliqê li jor.

‘Erz û ‘eyal dibêjnê: Em rabûyn me tenuyr dadabî, nan û av pê ve hatin kate û kebab. Kurik bû hatî bêhed e bêhesab. Weko Zembîlfiroş çûye mal vê carê ‘eyalê wî pirsyar jê kir bo selikêt wî. Ew caba xwe da camêrî:

Îna ma bi pirsyara ve kanê ev mirove ji kî ve hat?

Ka yê ji kî ye? Ekî gotî: Babo wê he xanîkê wî ye, Zembîlfiroş e zembîlka çêdiket difroşit.

Heko min gu(h) lê bûy, dibêjin: Xatuynê palek girt, lexmek li nav hewşa qesra xwe kola di bin erdê ra bir heta gihandî xanîkê Zembîlfiroş derêxist. Mabeyna mexrib û ‘eyşa dibêjin:

Xatuyn radibitin gelek çekêt zêrî bi xwe ve diket, di lexmê da diçîte xwarê, Zembîlfiroş yê çûye mizgeftê. Jinka wî ya rûnîştiye xwarê cilkêt biçûkêt xwe paşe diket. Dibêjin: Hin dît xatuynek di xanîkê wê da bi jor kevt. Jinik jina Zembîlfiroşî pêşve rabû. Xatuynê gotê: Xuyşkê zehmetê nekêşe, heke tu dê çakiyekê di gel min key, eyalê xwe ji xanî derbêxe ev şeve ez a dilmayî me ji mala xwe, min nevêt kes bizanît ez

121

li kîrê me, çend çekêt xwe yêt zêrî ez dê deme te, hema ‘eyalê xwe di gel xwe bibe, di gel bangê sipêdê da tu bîne di xaniyê xwe ve ez dê çim. Jinika Zembîlfiroş çekêt wê yêt zêrî, bo xwe helgirtin ‘eyalê xwe da ber singê xwe ji xanî derkevt.

Xatuyn rabû nivînkêyt Zembîlfiroş rayêxistin çû ser cihêt wî, heke ronahî jî hebît vemirand û raza, lihêfk bi ser û çavêt xwe dada, xwe bê deng kir heta Zembîlfiroş hatyeve.

Dibêjin, Zembîlfiroş hateve her wekî her neqil qesta cihêt xwe ki, ezbenî serî, tarî ye, wextê zanî gehişte ser cihêt xwe rawestiya, xwe şeland, lihêfk bilind kir, xwe berda dirêj kir da serê xwe danite ser balîfkê, dibêjin:

Xatuynê, pêt xwe û destêt xwe vêkra havêtine Zembîlfiroş da ku Zembîlfiroş bigirît, xirêna xirxalêt di lingê Xatuynê hat.

Dibêjin: Zembîlfiroş lihêfk havêt û revî.

Wextê lihêfk avêt û revî, Xatuyn berda bi dûyve, ha li vêrê ha li wêra he, Xatuyna bizavê diket destê xwe bigehîntê. Heko min gu lê bûy, dibêjin hêşta Xatuyn negehiştiyê, ezbenî serî Zembîlfîroş negirtiye, hêj xanî xilas nekiriye, Zembîlfiroş berê xwe dayê sipêde beyan bû, nimêja sipêdê ferz bû, yê direvîtin bizava wî ye da Xatuyn negehtê.

Du’a ji Xwedê xwaztin, got: Ya Rebbî tu hind muhletê bideye min destê vê zalimê negehîte min heta ez nivêja sipêdê bo te eda bikem. Yê dervît (direvit) li ser milê xwe zivirî ka Xatuyn nêzîk bûye, ho berê xwe dayê Rebêalemê hate keremê pêsitûynkê pêt Xatuynê girtin.

Heko min gu lê bûy, dibêjin: Zembîlfiroş du rek’etêt nivêja sipêdê kirin, cotekê sunnet, ezbenî serî di dîv ra kirin. Serê xwe dana çû sucdeyê, du’a ji Xwedê xwaztin, got: Rebî tu emanetê xwe ji min bistînî, tu min şehmizar nekey destê vê zalimê da.

Rebil’alemîn, dibêjin emrê hezretê ‘Ezraîlî kir ruha wî qebiz kir. Bi emrê Xaliqî nurhe jê bilind bû. Wextê Xatuynê dît ku nurhe jê bilind bû, xwe avête ser termê wî, şehde da hate ser dînê heq. Ewê jî bo xwe du’a ji Xwedê xwaztin, Xwedê emanetê xwe ji wê jî sitandin. Ez hatime ve rehmet li day babêt guhdara.

122