• Sonuç bulunamadı

3.3. MOTÎFÊN LAWIRAN ÊN KU DI RÊZEÇÎROKÊN “MESELOKÊN

3.3.14. Rovî/ Rûvî/ Rwîvî/ Rîvî/ Luwî/ Luye

Rovî di mîtolojî û folklora gelan de bi fenekiya xwe navdar e. Sedema ku di her parzemîn û erdnîgariyê de dijî, bi vê taybetmendiya xwe di folklor û mîtolojiya gelan de gelek navdar e.

Di nav lawirên kovî de ji lawirên herî zeîf û newêrek yek jî bêguman rovî ye, lê rovî bi çalakî û fenekiya xwe gelek lawirên hêzdar nêçîr dike û dixwe, ev taybetmendiya wî navdariyekê dide wî.

Di çîrokên Kurmancî/Kurdî de motîfa herî navdar motîfa rovî ye. Bi vê motîfê rewşa mirovên fenek, pinîtî, bêbext, newêrêk û bîndar tê nîşandan. Bi vî awayî gelek çîrokên rengîn derdikevin holê.

Di rêzeçîrokên Meselokên Lawiran de motîfa rovî cihekî girîng digire. Di van çîrokan de rovî, bi awayekî cuda derdikeve pêş. Rovî dema ku pêjna rewşeke xeternak dike yan jî bi rewşeke xeternak re rû bi rû dimîne ya dekekê amade dike yan jî mîna ku di çîroka “Dîk û Rovî” de hatiye vegotin, rovî dema ku bi rewşa xerab re rû bi rû dimîne ji bo rizgariya xwe direve. Ev rewşa rovî dî çîroka “Dîk û Rovî” de wiha hatiye vegotin: Roviyê fenek bi mahna nimêjê dixwest ku dîkê ku li ser darê bang dida bixapîne û wî ji darê daxe xwarê, paşî wî nêçîr bike. Bi vê armancê ji dîk re got:

—“De kerem bikê dakeve, bide pêşiya min îmamiyê bike, em ji xwe ra bi cemaat nimêj bikin”

Lê dîk jî bi qasî rovî fenek û xasûk bû, fam kir ku niyeta rovî xerab e, wî jî dekek amade kir û ji rovî re got:

—“Birakê rovî, tu dizanî ku cemaet çi qas pirr be, xêra wê ji ewqas zêde ye. Ez ji ser darê dibînim ku du tajî wa ne ji jor ve tên. Bila ew jî bên, hêj ez ê dakevim û em ê tev bi hev ra nimêja xwe bikin”

Dema qala tajiyan bû, ziravê rovî kir ku biqete. Dizanî ku ger tajî werin ev ê bibe firavîna tajiyan. Wî jî bi mahna destnimêjê ji dîk ra wiha got:

— “De baş e, nexu heta ew bên ez ê jî biçim devê newalo ha, li wir desmêja xwe teze bikim û vegerim”. Bi vê peyva xwe, dûvê xwe xista navbera lingê xwe û reviya û çû (Bozarslan, 1999a: 8-11).

Wek ku me di serî de jî gotibû, rovî gelek caran li hemberî hêzê serê xwe ditewine û di bindariya şêr de ye. Rovi ji bo ku xwe ji xezeba şêr, rizgar bike jê re her şalûsiyê dike. Ev rewşa rovî di çîroka “Şêrê Di Bîre Da” wiha hatiyê teswîr kirin:

“Mîrê min, Xwedê umrê te dirêj bike û te ji serê me kêm neke. Ez hêvî û tika dikim ku tu ji kerema xwe min bibexşînî. Min dizanî ku îro dora min a xulamiyê ye. Xulamiya te ji bo min şerefeke mezin e. Lê belê, mîrê min ê hêzdar, ez bi serê te kim ne sûcê min bû ku ez dereng mam”(Bozarslan, 2002a: 18).

Rovî weke ku di bindariya şêr de ye ewqas jî ji heybeta wî ditirse. Ev rewş jî newêrekiya rovî nîşan dide. Di çîroka “ Rovî Nikarin Bibin Şêr” de ev rewş wiha hatiye nîşandan: Dema ku bala rovî kete çave şêr, ji ber sorbûna çavên şêr, rovî ricifî û ji tirsan çokên wî lerîzîn. Şêr, li sedema ricifîna rovî jê pîrsi. Rovî got: “Mîrê min, ez ji heybeta te ditirsim û diricifim. Herdu çavên te sor bûne, bûne mîna du sotikên agir. Bi serê te, ji tirsan ziravê min dike biqete (Bozarslan, 2005: 16-17).

Rovî di rewşên xeternak de jî dekan amade dike û xwe ji rewşa xeternak azad dike. Çîroka “Biratiya Mar û Rovî” mînakeke delal e. Di vê çîrokê de destbirakiya marê xayîn û roviyê fenek hatiye vegotin. Li gorî vê çîrokê marê xayîn û roviyê fenek bûbûn destbirakê hev. Rojekê bi hev re derketibûn nêçîrê. Dema li nêçîrê digeriyan rastî çemekî hatin. Sedema mar bi avjeniyê nedizanî, mar xwe li pişta rovî pêça û rovî dest bi avjeniyê kir. Dema ku hate nîvê çêm, mar xwe li gewriya rovî pêça û şidand. Rovî ji wê yekê tirsiya û ji mar pirsî:

—“Êrê tu çi dikî, birakê mar? Mar bersiv da û got:

—“Ez dikim te gez bikim, birakê rovî”

Rovî her çi qas lava û tika kir jî qaşo fêde nekir. Rovî dît ku rewş xerab e û mar jî ji lava û şîretan nerm nabe, wî jî di serê xwe de dekek amade kir û ji mar xwest ku berî wî bikuje jê xatir bixwaze. Mar pirsî:

—“Tu yê çawa xatir ji min bixwazî?” Rovî got:

—“Kêfa min pirr ji gewriya te ya xweşik ra tê. Min divê ez gewriya te maç bikim û bi wî awayî xatir ji te bixwazim. Paşê jixwe tu yê min gez bikî û ez ê bimirim”

Mar daxwaza rovî qebûl kir û gewriya xwe ber bi devê rovî ve bir. Çawa gewriya mar gihîşt ber devê rovî, rovî jî hema ji nişkê ve bi binê çena wî girt û bi dijwarî gez kir. Heta ku hêza wî hebû şidand, her çi qas mar hewl da jî tewş bû, fêde nekir. Mar hêdî hêdî ji hêzê ket û bi şidandina rovî, mar mir. Bi vî awayî rovî rizgar bû (Bozarslan, 1999a: 54-60).

Di vê çîrokê de tevgera rovî zîrekiya wî nîşan dide, rovî bi van gotinan mar xapandibû: “Kêfa min pirr ji gewriya te ya xweşik ra tê. Min divê ez gewriya te maç kim û bi vî awayî xatir ji te bixwazim. Paşî jixwe tu yê min gez bikî û ez ê bimirim” (Bozarslan, 1999a: 60). Nîşana pinîtî û fenekiya wî nîşanî me dide.

Di nav lawiran de yê herî fenek û dekzan bêguman rovî ye. Bi saya çalakî û fenekiya xwe gelek dekan amade dike. Bi vê taybetmendiya xwe dijberên xwe binketî dike. Di çîroka “Şikefta Lawiran” de bûyer li ser wê taybetmendiya wî hatiye afirandin. Di vê çîrokê de dek û dolabên rovî ku li lawirên dî gerandine hatine vegotin. Ev serpêhatî di vê çîrokê de wisa hatiye vegotin: Di rojên zivistanê yên biberf de lawirên kovî di şikeftekê de dihêwirîn. Rovî ji bo ku zikê xwe yê birçî têr bike bi bêbextî û xasûkî bi dorê kew, hirç û gur bi şêr dide kuştin.

Dema paşî rovî ji bo ku ji şêr jî xelas bibe û goştê wî bixwe, dekek amade kir, li gorî wê dekê rabû çû hestiyekî gir ê hirçê xiste destê xwe ji aliyê dî wek ku tiştekî dixwe bi zimanê xwe li dora devê xwe dialast.

Çaxê ku dengê mirçînê çû şêr, şêr meraq kir û ji rovî pirsî: —“Kuro rovî, ew çi ye tu dixwî ?”

Ji ber ku tarî bû û di tariyê de şêr tiştek nedidît. Bi hêsanî rovî derew kir û got: —“Mîrê min, hingî ez birçî bûbûm û tiştek jî tune bû ku ez bixwum, min çavekî xwe derxist. Ez niha wî çavê xwe yê derxistî dixwum.”

Şêr, ji ber bersiva rovî gelek şaş bû dîsa ji rovî pirsî: —“Ma mirov dikare çavê xwe derxe û bixwe?” Rovî got:

—“Belê mîrê min, çima mirov nikare! Mirov çawa dikare goşt bixwe, wisa dikare çav jî bixwe. Tewr tama çav pirr xweş e.”

Rovî bi awakî wisa xweş got ku şêr qanih kir ku şêr çavekî xwe derxe da ku zikê xwe têr bikê. Bi vê biryarê, pençeyê xwe yê giran û neynûkên xwe yên tûj bi lez û bez li çavê xwe ye rastê çikand û heta ku hêza wî hebû kişand. Bi vî awayî çavê xwe hilkişand. Lê êşekê wisa ketê serê wî û bû “ay ay û oy oy” ya wî.

Tam di demeke wisa de roviyê fenek li pey şêr rawestiyabû, hema heta ku hêza wî hebû bi hestiyê hirçê nava serê şêr xist û şêr kuşt (Bozarslan, 2000a: 49-60).