• Sonuç bulunamadı

3.3. MOTÎFÊN LAWIRAN ÊN KU DI RÊZEÇÎROKÊN “MESELOKÊN

3.3.12. Pisîk/ Pisîng/ Pising/ Kitik

Di nav dîroka mirovahiyê de li pisîkê gelek wateyên cuda bar bûne: Di baweriya Misiriyan de pisîk sembola xweşikbûna Xwedawend, musîkî, evîn û qeşengiyê ye. Di qewmên Cermen ên qedîm de sembola fihuş û serbestiyê ye (Aysoy, 27.03.2015).

Di binhişa rojhilatanvanan de pisîk bi sifeta “nankor” wekhev e. Lê belê di nav gelê Misilman de sedema ku pisîkê Hz. Pêxember li hemberî mar parastiye pîroz tê dîtin.

Di çîrokên Kurmancî/ Kurdî de motîfa pisîkê gelek rengîn e. Di van çîrokan de pisîk şibandine mirovên diz, hîlekar, nankor, bêbext, nerast, ehmeq û şelaq.

Ev rengînî di çîroka rêzeçîrokên “Meselokên Lawir”de bi awayekî baş hatiye pêşkêşkirin: Di çîroka “ Gustîla Efsûnî” de bêbextî û nerastî di kesayeta pisîkê de hatiye nîşandan. Li gorî vê çîrokê: Gustila efsûnî ya kalo û pîrê ji aliyê dêw ve hatibû dizîn. Ev gustîl ji aliyê pisîk, mişk û alîkariya kevokê ve ji mala dêw tê revandin.

Lê belê pisîk li hevalên xwe bêbextiyê dikê û gustîlê ji wan distîne û bi tena serê xwe ji kalo û pîrê re tîne.

Dema ku kalo û pîrê dîsa gihan gustîla efsûnî gelek kêfxweş bûn û malavayiya pisîkê kir û pirsa mişk û sê kir.

Pisîkê jî ji bo ku mişk û sê li ber çavê kalo û pîrê reş bike, di derheqê her duyan de derew kirin û got:

—“Mişk li mala dêw hin xurekên xweş dîtin û dilê wî bijiya wan xurekan. Ji bo ku wan xurekên xweş bixwe, ji me qetiya û terka me kir, digel me nehat. Wî xwarina kartolên dêw di ser hevaliya me ra girt.”

Di heqê sê da jî wisa derew kir:

—“Dema ku em gihan ber çemê ser rê, sê jî xwe avêt nav ava çêm û tê da dest bi avjeniyê kir. Wî jî terka min kir û ez bi tenê hiştim. Min dizanî ku hûn birçî bûne. Ez bi tenê ketim rê, bi çi kul û halî ez hatim giham malê û min gustîla efsûnî bi selametî ji we ra anî” (Bozarslan, 2005: 32-52).

Di çîrokan de ji xeynî bêbextî û nerastiya pisîkê, dekzaniya wan jî navdar e. Pisîk ji bo bigihîje armanca xwe her rêyê ji xwe re mubah dibîne û dekên xwe jî bi zanebûn dimeşîne, bi wî awayî digihîje xwesteka xwe.

Di çîroka “Serketina Mişkan” de pisîk bi dekzaniya xwe hemî mişkan dixapîne û wan digire û dixwe. Li gorî vê çîroka Serketina Mişkan: Pisîkeke dekzan, li kavila mişkan musalet bûbû û gelek mişk nêçîr dikirin û dixwarin.

Li ser biryara mişkên, rîsipiyên mişkan ji bo vê şolê çareser bikin çûn xwe di qulên diwarê li ser riya pisîkê de veşartin.

Dema pisîk di ber wan ew derbas sibû deng li pisîkê kirin û lava û tikayên xwe ji pisîkê re gotin.

Pisîkê nedizanî ku ev deng ji ku tê lê dîsa fêm kir ku rewşeke nû re rû bi rû maye. Ji bo wê pirsgirêkê çareser bike dest bi dekan kir û ji mişkan re got:

—“Bi Xwedê hûn rast dibêjin. Ev ne karê lawiran e ku ez li dijî we dikim. Heta nuha min qet bîr bi vê yekê nebirîbû. Kesekî jî tişteki weha ji min ra negotibû. Min digot qey awayê jiyanê wisa ye ku hem kî bi kê bikare heqê wî heye ku wî bikuje û bixwe. Lê nuha ku min ev peyvên we bihîstin, ji nişkê ve ez li xwe varqilîm û min fam kir ku bi rastî ez li we neheq im”

Mişkan bi gotinên pisîkê gelek kêfxweş bûn lê pisîkê berî ku here xwest ku xatir ji wan bixwaze. Xwesteka pisîkê, mişkan xiste nav nîqaşan hê jî mişkan ji bêbextiya pisîkê ditirsiyan. Piştî ku pisîk soz û bext dan wan. Mişkan ji kavilê xwe derketin û yek bi yek destê pisîkê girtin û hev hembêz kirin. Mişkan qanih bûbûn ku pisîk tu zirarê nade wan.

Tam vê gavê pisîkê xwe avêt ser wan, ew kirin binê zikê xwe û yeko yeko ew xwarin, bi tenê yek mişkî xwe ji xezeba pisîkê rizgar kir (Bozarslan, 2005: 56-70).

Mîna ku di vê çîroka “Serketina Mişkan” de tê xwuyan pêwist e ku mirov tu car bi neyarên xwe bawer neke, lewra ew neyar tu caran ji daxwaz û xwestekên xwe nayên xwarê û ji bo xapandina dijminên xwe her rêyê ji xwe re mubah dibînin, di vê çîrokê de jî bi “motîfa pisîk” taybetmandiya mirovê dijmin hatiye nîşandan.

Di çîroka bi navê “Pisîka Dûvjêkirî” de serpêhatiya pisîka dûvjêkirî ya bênefs û çavbirçî bi awayekî zelal û herikbar hatiye vegotin. Li gorî vê çîrokê: Pisîka bênefs û ziyanok rojekê keysa xwe li şîrê pîrê anîbû, bi kêfxweşî şîr bi çelpeçelp vedixwar. Pîre bi çelpeçelpa pisîkê hisiya û bihêrs bû ji nîşkê ve pîrê çû pey pisîkê û destê xwe avêt dûvê wê û bi kêrê ji korikê ve jê kir.

—“Pîrê pîrê, guneh im, nikarim bê qemçiyê bijîm, qemça min bide min, ez biçim ser hal û hemdê xwe. Tobe be, ez careke dî nayêm şîrê te venaxum.”

Lê belê pîrê bi lava û tikayan nerm nebû û jê re got:

—“Here ji min ra bi qasî şîrê min ê ku te vexwar şîr bîne, hingê ez ê qemça te bidim te”

Pisîkê ji bo ku şîrê pîrê tedarîk bike û dîsa bigihîje dûvê xwe dest bixe bi dorê çû cem bizin, dar, hesinkar, mirîşk, kewar û kaniyekê. Li ber her yekî geriya lê belê her yekî daxwazek jê kirin. Dawî jî li ser xwesteka kaniyê çû cem keçan û ji wan lava kir:

—“Keçno keçno werin li ser kaniyê bireqisin, kanî avê bide, bibim heriyê çêkim û pê kewarê biseyînim, kewar lext bide, bibim bidim tûtûyê, tûtû hêkê bide, bibim bidim hesinkêr, hesinker dasêbide, bibim bidim darê, darê çilo bide, bibim bidim bizê biz şîr bide, bibim bidim pirê, pire qemçê bide biçim ser hal û hemdê xwe”

Dû re keçik çûn ser kaniyê reqisîn. Kaniyê av da pisîkê û bi vî awayî xwestekên kewar, mirîşk, hesinkar, dar û bizinê bi cî anîn. Dû re bizînê şîr da pisîkê û pisîkê şîrê bizinê da pîrê dawî ji pîrê dûvê wê dayê, pisîkê jî dûvê xwe wek berê bi xwe ve zeliqand.

Pisîkê ji wê rojê pê ve tobe kir ku êdî tu car qet zerarekê nede tu kesî. (Bozarslan, 1999a: 27-34).

Di vê çîrokê de bi motîfa pisîkê rewşa mirovê bênefs û ehmeq bi vê motîfa pisîkê hatiye nîşandan ku ger mirov, neheqî û zilmê li xelkê bikê, bêguman rojekê ew ê jî rastî bûyerên xerab bê.

Di çîroka “Mîr Zoro” de zîrekî û hişmendî hatiye pesinandin. Di vê çîrokê de dide nîşandan ku aqil mifteya hemî pirsgirêk û aloziyan e. Ger ku mirov, bi aqilê xwe emel bike ew ê her dem bi ser bikeve. Di çîroka Mîr Zoro de ev serpêhatiya pisîkê wisa hatiye peşkeş kirin: Pisîka konê ku navê xwe wek Mîr Zoro dabû nasîn hebû bi zanebûn roviyekî fenek xapand û wî ji xwe re kir xulamekî sadiq.

Rojeke ji rojan rovî ji Mîr Zoro re goşt dibir. Lê li ser rê bi dorê raserî gur, hirç û keftarekî hat. Her yekî ji lawiran dawa goştê ji rovî kir. Lê rovî digot ku goştê ku di destê wî de ye yê Mîr Zoro ye. Dû re jî behsa hêz û qudreta wî ji wan re digot. Bi vî awayî sawa Mîr Zoro ket dilê wan lawiran jî.

Mîr Zoro banga wan bi kêfxweşî qebûl kir. Mîr Zoro li pêş, hirç û rovî li paş diçûn ciyê ziyafetê.

Qasekê meşiyan ji nişkê vê Mîr Zoro xwe avête çûkê ku li ser guliyê darê veniştîbû, çawa çûk girt, avête devê xwe û xwar.

Dema hirç ev hunera Mîr Zoro dît, sawa wî zêdetir bû. Hirç destûr ji Mîr Zoro xwest ku berî wan herê ciyê ziyafetê da ku xeberê bide gur û keftêr.

Hirç hate ciyê ziyafetê û qala Mîr Zoro û hunera wî bi fişalî ji keftar û gur re vegot ku bi vî awayî sawa Mîr Zoro, li ser gur û keftêr zêdetir bû. Her sê lawiran ji bo ku xwe ji Mîr Zoro biparêzin biryar dan ku xwe veşêrin.

Dema ku Mîr Zoro û rovî hatin ciyê ziyafetê dît ku ji sitîla goşt pê ve tu tişt nedît. Piştre Mîr Zoro ciyê keftar, hirç û gur kifş kir. Dema ku Mîr Zoro dîtin her sê lawir ji tirsa wî reviyan û çûn.

Bi vî awayî sitîla goşt ji Mîr Zoro û rovî re ma. Dema ku goşt dixwarin Mîr Zoro di binê çavan re li rovî mêze kir û di dile xwe de wisa got:

—“Ku ev rovî niha binase û bizane kî me û çi me, kî dizane dê çi bîne serê min û li dijî min çawa serî hilde. Belkî jî di cî da min bifetisîne yan jî parçe parçe bike. Lê ku gur û hirç û keftêr jî bizanîna ez kî me û çi qas kêmhêz im, ma dê çi neanîna serê min! Digel ku wan ez nenasîm jî, eger her siyan milên xwe bidana hev û li hemberî min rawestiyana, ma min ê bikariya çi bikira bi wan! Qet. Lê belê min hem rovî ji xwe ra kiriye xulam, hem jî digel vê kêmhêziya xwe, min bera wan her sê lawirên xurt û laşçirîn da. Çima? Ez ji der hatim vî rêlî. Rêl rêlê wan bû , ji bav û kalên xwe ve ew di vî rêlî da dijiyan, dixwarin û vedixwarin û bi kêfa dilê xwe digeriyan. Lê belê, digel ku ez ne ji lawirên vî rêlî bûn, biyanî bûm û ji ciyekî dî hatibûm vir, min ev rêl xist binê destê xwe û min lawirên vî rêlî ji xwe ra bindest kirin.”

Sedema ku Mîr Zoro deka xwe bi zanebûn bi kar anî û sawa xwe xiste dilê lawiran bi ser ket û bû mîrê daristanê (Bozarslan, 1999a: 70-91).