• Sonuç bulunamadı

M. Emîn Bozarslan di sala 1960î de dest bi nivîskariyê kir. Herdu berhemên wî yên pêşî bi Tîrkî ne. Berhema wî ya pêşî di sala 1964an de bi navê “İslamiyet Açısından Şeyhlik ve Ağalık” e. Dû re di sala 1966an de jî berhema xwe ya bi navê “Doğunun Sorunları” da çap kirin. Piştî vê berhema xwe di sala 1968an de xebatên xwe li ser ziman û edebiyata Kurmancî/Kurdî domandin. Cara pêşî li Bakur û Tirkiyê bi navê “Alfabe”yê alfabeyeke Latînî ya Kurdî afirand. Destana Kurdî ya herî navdar “Mem û Zîn” bi tîpguhêziyê bi alfabeya latînî nivîsî û wergerande Tirkî (Narozî, Mîzgîn û Kerîm, 2006: 6-13).

Bozarslan, hinek nusxeyên Şerefnameya Şerefxanê Bedlisî ya ku di sala 1576an de hatiye nivîsîn wergerande Tirkî û di sala 1971ê de da çap kirin.

Di 1974an de bi navê “İçerdekiler ve Dışarıdakiler” kurteçîrokên bi Tirkî nivîsîn. Di van kurteçîrokan de qala Bakur û pergala leşkerî ya navbera sala 1971-1974an dike.

Di 1975an de jî pirtûka dîrokzanê Kurd Îbn-ul Ezreq El-Feriqî ku bi navê “Tarixu Meyyafarqîn we Amed” (Dîroka Farqîn û Amedê)ya bi Erebî li Tirkî wergerand û bi navê “Mervani Kürtleri Tarihi” (Dîroka Merwaniyen Kurd) da çap kirin.

Pirtûka ku ji aliyê Wîllîam Aegleton Jr. ve di sala 1962an de bi navê “The Kurdish Republic of 1946” hatibû nivîsîn bi destê Kurdekî Başur bi navê Avukat Cercîs Fethullah li Beyrûdê di sala 1972an de bi Erebî tê çap kirin. Ev pirtûk jî di sala 1975an de bi destê M. Emîn Bozarslanî ji Erebî wergerand li Tirkî bi navê “Mahabat Kürt Cumhuriyeti 1946” da çap kirin.

Ferhenga Yusuf Ziyaeddin Paşa ya bi navê “El-Hediyye El-Hamidiyye Fî’l Luxet’îl-Kurdiyyê” di sala 1894an de li Stenbolê hatibû çap kirin. Ev ferhanga Kurdî û Erebî M. Emîn Bozarslan tîpên wê yên Erebî veguhastin tîpên latînî û Erebiya wê jî wergeran Tirkî û di sala 1978an de bi navê “Kürtçe-Türkçe Sözlük/Ferhenga Kurdî- Tirkî” ji nû ve da çap kirin.

Li Bakur û li Tirkiyeyê, kurteçîroka Kurmancî /Kurdî ya yekemîn di sala 1979an de bi navê “Meyro” tê çap kirin, ku ev pirtûk ji deh kurteçîrokan pêk tê.

Bozarslan, ji sala 1979an vir de xebatên xwe yên li ser folklor, çapemenî, ferheng û etîmolojiya Kurdî gelek amûrên nû afirandine. Di van salan de giraniya xebatên xwe da ser kovar û rojnameyên Kurdî yên ku di dema Osmaniyan de bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî) û Tirkiya Osmanî hatibûn çap kirin. Di van salan de di navbera salên 1985-1988an de bist û pênc hejmarên Kovara Jîn’ê (1918-1919), di sala 1991ê de jî sî û heft hejmarên rojnameya Kurdistan’ê (1898-1902), her wiha di sala 1998an de jî neh hejmarên kovara hefteyî ya Kurd Teavûn û Terakkî Gazetesî (1908-1909) tîpguhêzî kir û Tirkiya Osmanî wergerand Tirkiya nûjen.

Beşeke ji xebatên Bozarslanî li ser amûrên zargotina Kurdî ye. Ev berhemên wî dema ku li welêt dijî berhev kiribûn lê mecala nivîsandinê nedîtibû. Bozarslan li Swêdê ev amûrên zargotinê mîna meselokên lawiran, çîrokên gelêrî û pêkenokên Kurdî bi awayekî edebî ji nû ve nivîsandin û çap kirin (Bozarslan 2011:145). Bozarslan, bi van xebatên xwe amûrên zargotinî ji tunebûnê rizgar kirin û gihandin ber destê xwendevanan.

Bozarslan di sala 1992an de digel xebatên xwe yên zargotina Kurdî ji aliyekî din jî kurteçîroka duyemîn “Şerefa Ristem Keya” weşand. Ev kurteçîrok jî mîna “Meyro” derbarê jiyana Bakurê Kurdîstanê ya salên 1940-1950î de tiştinan vedibêje. Ji xeynî vê xebata wî di sala 1993an de meselokên siyasî yên bi Kurdî bi navê “Kemal Paşa Weledê Kê Ye? ” da çap kirin (Bozarslan, 2006: 115).

Di sala 1995an de bi minasebeta salvegera afirîna Mem û Zîn’ê a sêsedemîn, ev berhema giranbûha ji nû ve tîpguhêzî kir. Zimanê vê berhemê ya xwerû wergerand li Kurmanciya nûjen.

Bozarslan, ji bo ferheng, rastnivîs û etîmolojiya Kurdî di sala 2011an de Ferhenga Kurdî (Cildê Pêşin A-D), herdu cildên “Baxçê Zımên” cildê yekem di 2008an de û cildê duwem di 2013an de hate çap kirin û xebatên li ser “Ferhenga Kurdî” û “Baxçê Zımên” hêjî didomin

1.3.1. Hin Pirtûkên Ku M. Emîn Bozarslanî Nivîsine An Jî Wergerandine Ev in: Berhemên Zargotina Kurdî (Meselokên Lawiran, Pêkenokên Kurdî, Çîrokên Gelî):

Meselokên Lawiran:

• Mir Zoro. Stenbol: Weş. Deng, S. 1999. • Gurê Bılûrvan. Stenbol: Weş. Deng, S. 2000. • Kêz Xatûn. Stenbol: Weş. Deng, S. 2002. • Serketına Mışkan. Stenbol: Weş. Deng, S. 2005. • Pepûk. Stenbol: Weş. Deng, S. 2006.

Pêkenokên Kurdî:

• Melayê Meşhûr. Upsalla: Weş. Deng, S. 1986. • Masiyên Beji. Upsalla: Weş. Deng, S. 1987. • Jı Dinan Dintır. Upsalla: Weş. Deng, S. 1988. • Ilmê Tûrık. Upsalla: Weş. Deng, S. 1989. • Bûka Gulsûn. Upsalla: Weş. Deng, S. 1990. • Mela Kuli. Upsalla: Weş. Deng, S. 1991.

Çîrokên Gelî:

• Guli Xatûn. Upsalla: Weş. Deng, S. 1997.

• Ditınhezar. Stenbol: Weş. Deng, S. 2000. • Keçıka Darin. Stenbol: Weş. Deng, S. 1999. • Keçıka Qırşfıroş. Stenbol: Weş. Deng, S. 1999. • Gul û Sino. Stenbol: Weş. Deng, S. 2002.

1.3.2. Berhemên Wergerî Yên Çapemaniya Kurdî:

• Jîn-Cildê Yekemîn (Kovara Kurdî-Tirkî / wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1985.)

• Jîn-Cildê Duyemîn (Kovara Kurdî-Tirkî / wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1985.)

• Jîn-Cildê Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tirkî / wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1986.)

• Jîn-Cildê Çaremîn (Kovara Kurdî-Tirkî / wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1987.)

• Jîn-Cildê Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tirkî / wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1988.)

• Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergera ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1991.);

• Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 2 (wergera jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1991.)

• Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi: Kovara Kurdî-Tirkî (wergera ji tîpên Erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan, Upsalla: Weş. Deng, S. 1998.)

• Kızıma Mektuplar: Toplumsal Devrimler Ulusal Savaşlar / Jawaharlal Nehru (Werger Mehmet Emîn Bozarslan. İstanbul: Doruk Yayınevi, S. 1970.)

1.3.3. Berhemên Wergerê Yên Di Derbarê Dîroka Kurdan:

• Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergera Tirkî: M. Emîn Bozarslan, İstanbul: Ant Yayınları, S. 1971.)

• Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergera ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, Stenbol: Weş. Deng, S. 2001.)

• Mervani Kürtleri Tarihi / İbn-ûl Ezrak El Fariki (wergera ji Erebî: M. Emîn Bozarslan, İstanbul: Koral Yayınları, S. 1975.

• Mahabad Kürd Cumhuriyeti / William Aegleton (wergera ji nusxeya Erebî: M. Emîn Bozarslan, İstanbul: Koral Yayınları, S. 1976.)

1.3.4. Berhemên Olî-Civakî-Siyasî:

• İslamiyet Açısından Şeyhlik ve Ağalık: Ankara: Toplum Yayınları, S. 1964. • Doğu’nun Sorunları. Ankara: Şafak Yayınevi, S. 1966.

• Hilafet ve Ümmetçilik Sorunları. İstanbul: Ant Yayınları, S. 1969.

• Arap Devriminin Yöntemleri/Cemal Abdunnasır ( Wer. M. Emîn Bozarslan, Stenbol: Habora Kitabevi, S. 1970.)

• Filistin’de Halk Savaşı ve Ortadoğu / Nayif Havatme ( Wer. M. Emîn Bozarslan, İstanbul: Ant Yayınları, S. 1970.)

• İçerdekiler ve Dışarıdakiler. İstanbul: Koral Yayınları, S. 1974. • Savaşan Lübnan. İstanbul: Üçüncü Dünya Yayınları, S. 1976. • Anarşistler. İstanbul: Üçüncü Dünya Yayınları, S. 1977.

• Gani BOZARSLAN “Kalemim Silahımdır”. İstanbul: Çıra Yayınları, S. 1979, • Kemal Paşa Weledê Kê Ye?. Upsalla: Weş. Deng, S. 1987.

• İsmail Beşikçi ile Uluslararası Dayanışmanın Belgeleri (Türkçeye Çeviren: Şirin BOZARSLAN). İstanbul: Deng Yayınları, S. 2010.

1.3.5. Berhemên Kurteçîrok:

• Meyro. İstanbul: Çıra Yayınları, S. 1979.

• Şerefa Ristem Keya. Upsalla: Weş. Deng, S. 1992.

1.3.6. Werger Û Tîpguhêziya Berhemên Edebî:

• Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergera tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, Stenbol: Gün yayınları, S. 1968).

1.3.7. Berhemên Li Ser Alfabe, Ferheng Û Etîmolojiya Kurdî:

• Alfabe. Stenbol: Sim Matbacılık, S. 1968.

• Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Berhevkirin û wergerandina li Tirkî: M. Emîn Bozarslan, Stenbol: Weş. Çira, S. 1978.)

• Baxçê Zımên (Cildê Yekemin A-G) Stenbol: Weş. Deng, S. 2008. • Baxçê Zımên (Cildê Duwem H-R). Amed: Weş. Deng, S. 2013.

• Ferhenga Kurdi (Cildê Pêşin A - D). Amed: Weş. Deng, S. 2011. • Ferhenga Kurdi (Cildê Diduyan E-K ). Amed: Weş. Deng, S. 2016.