• Sonuç bulunamadı

Gihanek peyv an hevokan bi hev ve girê didin. Gihanek, ji yek zêdetir peyvan li gorî rêzê (û), li gorî berawirdkirinê (an… an…, him… him…, ne… ne…, jî… jî… û hwd), li gorî hevtayiyê (an, an jî), li gorî hêzdayînê (ne, jî), an jî wek hevokan (lê, lê belê, digel û hwd.) li gorî wateyê bi hev ve girê didin. Hin gihanek hene ku ji aliyê wateyê tu

49

bandorê li hevokê nakin wek “û”yê. Hin jî hene wateyê temam dikin. Dema gihanekên bi vî rengî ji hevokê kêm bibe wateya hevokê têk diçe.

Em gihaneka dikin du beş: Gihanekên koordînasyonê/Gihanekên Ahengîsaz û Gihanekên Subordînasyonê/Gihanekên Alîkar (Celadet û Lescot, 2009: 269; Tan, 2015: 201).

1.5.1. Gihanekên Ahengîsaz/Gihanekên koordînasyonê

Ev cure gihanek du hêmanên wekhev bi hev ve girê didin. Tan (2015: 201) van gihanekan jî di nav xwe de daye dabeşkirin.

(83)

a. Gihanekên girêdanê: (û, her wekî, ne… ne…, her wiha) b. Gihanekên cudaker ( an, an… an jî…)

c. Gihanekên nakokiyê (lê, lê belê, ji aliyê din, tevî ku, berevajî) d. Gihanekên sedemî (ji bo, ji ber vê yekê, loma)

1.5.2. Gihanekên Alîkar/Gihanekên Subordînasyonê

Hin gihanekên alîkariyê tên pêşiya komekên hokerî û têkiliya sedem (ji ber ku), navgîn (bi) û demê (dema ku, berî ku, piştî ku) pê tînin. Hin daçek û hoker bi gihaneka “ku”yê ve tê bikaranîn û hevokên alîkar bi hevoka bingeh ve girê didin. An jî raweya daxwazî û xwestekiyê bi hevokekê din ve girê dide (Celadet û Lescot, 2009: 269; Tan, 2015: 201).

Ji bo van gihanekan çend mînak ev in: bes, çawa… wisa…, jî, her çend… ew çend…, çi qas… ew qas…, lewre, dibe ku, heke na, nexwe, dema ku, heta ku, hew, mixabin, di ser de jî, ji ber ku, lê, lê belê, û, qet, nebe, yan,,, yan jî…, anku, çi… çi…, hem… hem jî…, û hwd.

Hoker, daçek û gihanek carinan mînakên wan dibe ku wek hev bin. Ji ber ku hin peyv li gor qaîdeyên rêzimanê dikevin nav her sê kategoriye. Ev jî li gor wate û erka peyvê teşe digire.

- Peyvên ku koma gihanekan pêk tînin ji duduyan zêdetir bin gihaneka “û”yê dikeve navbera her du peyvên dawî, hêmanên din bi bêhnokê ji hev vediqetin. Lê di klasîkan de bêhnok pir kêm tê bikaranîn. Ji dêvla bêhnokê gihaneka “û”yê dikeve navbera peyvên

50

wekhev. Di berhemê de jî ku ji çil çîrokan pêk tê, hejmara gihaneka “û” yê digihê du hezar û not û çaran.

Bo nimûne: (84)

a. “Barêd wan hemû çox û qumaş û etles û canefis û qirmiz bûyî, li deşta Fazîkulê belav kirîn.” (20/2)

b. “Lakin ji boyê bira û kur û xulam û tayfeya wî hemû ra ye,” (21/47) c. “Bi rastî Şomo qewî nehs û şerîr û xweyî cesaret bû.” (22/4)

d. “Êdî min seh kir ku ji der ve bûye qal û meqal û qûrî û şemate.” (22/15) - Dibe ku li pêş û paşê gihanekê an jî tenê li aliyekî, ji koma peyv an ravekan mînak heb in.

Bo nimûne: (85)

a. “Riwayet dikin ku di zemanê pêşîn da ji ekradêd xeymenîşêd Bohtan ji tayfa Dudêran, mirofekî halxweş û xweyî rizq û mal û dewlet hebûye”

b. “Bi dengê tepançeyê êdî da Çinarê û du kurêd zarok hebûye …” (26/23) c. “… ji saya hezreta we ‘alim û 'ilma di Kurdistanê da zaf bibin.” (28/33) - Carinan dikeve navbera raveker an jî raveberên ku ji yek zêdetir peyvên pêk tên Bo nimûne:

(86)

a. Berê niha mela û feqehayêd Kurdistanê, gelek dizî ji dêrêd felan dikirin. (22/1)

Raveber Raveker

Raveka zincîrîn

b. “Xulase kar û kespêd wan eve bûn.” (22/7) Raveber Raveker

c. “Neql dikin ku li van nêzokan mirofekî reşîd û camêr …” (26/1)

51

Kom gihanekan wate jê ew e ku di peyvrêzî de peyvên ku bi gihanekan re bi hev ve girêdayî ne. Em wek hêmanên hevokê koma gihanekan li jêrê bi mînakan rave bikin.

1.5.3. Koma Gihanekan Wek Kirde

Koma gihanekan di hevokê de rola kirdeyê hildigirin ser xwe. Çend mînak ji berhemê ev in:

(87)

a. Êdî diran û herdu destêd melayî hatine girtin… (1/7) Kirde

b. Jin û kur diçine mala Şêxî. (6/14) Kirde

c. Ewî û Barnik hez ji yekûdu dikirin û hevûdu hebandine. (8/5) Kirde

d. … gelek fîtne û fesad peyda dibe. (14/12) Kirde

1.5.4. Koma Gihanekan Wek Pêveber

Koma gihanekan wek pêveberê di hevokê de bi cih dibe. (88)

a. Îcarê xweyê malê dizane, ev Mam Bapîra cahil û ehmeq e. (24/11)

Pêveber

b. … tu hinde fazl û alim û kemal î … (28/4) Pêveber

c. Lale dibêjitin ku eve ji mirofêd Enatolê û ekradan in … (25/7)

Pêveber

d. Lakin qewî zêde lawekî ciwan û sipehî bûye … (34/4) Pêveber

e. Qewî zalim û bêdîn bû. Pêveber

52 1.5.5. Koma Gihanekan Wek Bireser

Her wiha gihanek carinan biresera jî bi hev ve gire dide. Mînak:

(89)

a. Şerbet û qawe û bulxor û gulab ji boyê Şêxî Beg tînin… (9/18) Bireser

b. tobe min cil û zêr nevêtin … (11/24) Bireser

c. Ez dê mu’în û oldaşêd Şekir Axayî hemû bigirim … (21/40) Bireser

d. Lakin ewî Mam Bapîrî, meger qet tu caran mizgeft û xutbe nedîtiye. (24/6) Bireser

1.5.6. Koma Gihanekan Wek Têrker

Koma gihanekan wek têrkerê jî di hêmanên hevokê de bi cih dibe. Mînak:

(90)

a. Êre û wêda pirsiyar dikin. (13/15) Têrker

b. Ew herdu jî bi lez û bi xar dajon. (13/19) Têrker

c. Eba û ecdadêd wî rûs û ûrde digeriyan … (15/2)

Têrker

d. Îcarê paşê seet û nîvê, şemal digehte barûtê … (16/16) Têrker

Ji bilî van hin gihanekên dîtir jî hene ku me tespit kirine. Ew jî ev in: û: Neql dikin ku carekî melayek û dû nefer mirofêd cahil û nexwendî (1/1)

53

hem: ji welatêd Sêwasê û hem ciwarêd wê… (40/10) Gihanekên ku hevokan bi hev ve girê didin:

û: Mela li pêşî bû û ew her du mirofêd cahil jî li duyê mela bûn. (1/3) ku: … gazî hewalan dike ku welleh behra min di wî pîstî da jî heye. (1/9)

lakin: Melekê cewab daye ku hete niha ez muntezer im lakin min qet li duhulê nedaye … (2/6)

lewranê: Yanî xwendeyêd hemû milletan, ekserî kêm ihsan û kêm ikram dibin,

lewranê ew dixwezin xelq ikram û ihsanê li wan bikin … (2/7)

da: … bi şev gote jina xwe ku cilêd dişon bûyne berşuwêd bêne da ez cilêd xwe veguhurim. (3/6)

eger çi: Ev qiseye eger çi hindekî ji 'eqlan dûr e, lakin li wan etraf û eknafan meşhur e… (37/58)

her çend: Her çend jin û xuh lawahî dikin, eman derî veneke, te çek tunîne … (5/24)

weko: Weko Behram tête hindur û Mihemed Beg li pişta derî bûye, pişta Behram bi bal Mihemed Begê ve dikeve. (5/31)

eger: Eger çi jin û xuha Mihemed Begê jî di odê da dikine hewar û gazî. (5/44) yan… ya…: Karbarê xwe bike yan ez dê li rûyê dinê xweş bibim, ya dê tu xweş bimînî. (8/16)

yan… weya…: Ew mirofe jî du'a li dewleta hewe diketin û hêvî diketin, bilanê yan min bikujin weya biderîne û aza bike. (38/37)

Benzer Belgeler