• Sonuç bulunamadı

Di lîteratura rêzimanê de wateya daçekan ev e: Daçek bi tena serê xwe bêwate ne lê bi alîkariya peyvên din wateyeke nû derdixin holê.

Ciwan (1992: 139) erka daçekan wiha rave dike: “Çawa dikarin di hevokekê de bi tena serê xwe bin, wisa jî bi hevalnavek, hokerek, lêkerek, cînavkek û navdêrekê re hevalnav û lêker û hokereke nû jî peyda bikin.”

Wek pêşdaçek, paşdaçek, bazindaçek û daçekên ku peyvên dîtir bi xwe ve girê didin cureyên wê hene. Bi van cureyan rol û girîngiya daçekan zêde dibe. Li jêrê em ê behsa cureyên daçekan û taybetiyên wan bikin û piştre jî wek hêmanên hevokê rola daçekan binirxînin.

Pêşdaçekên me ev in: (69)

a. Bi, wateya bihevrebûn, hevaltî, navgîn û amrazê îfade dike. (bi xweşî, bi Mîrzayî)

b. Bê, wateya jixeynîbûn, bêyîbûn, xaricîbûnê îfade dike. (bê destûr, bê kêmasî) c. Di, wek daxilbûn, hundirîn, têdebûnê tê îfadekirin. (di polê de, di pirtûkê de) d. Ji, bi maneya dûrketin, derçûn, devjêberdanê tê îfadekirin. (ji Amedê, ji par) e. Li, wateya lêbarkirin, cihnîşandan û dayînê îfade dike. (li malê, li derve)

44

Paşdaçek jî sê heb in ku dikare were dawiya hemû pêşdaçekên ku me li jorê nivîsîn. Ew jî ev in: “… de”, “… re”, “… ve”. Li hin herêman û di helbest û berhemên klasîk de wek “… da”, “… ra”, “… va” jî tê telafûzkirin. Di vê berhemê de ji paşdaçekan “de” û “re” wek “da û “ra” derbas dibe lê heçî “ve” ye ew her “ve” tê telafûzkirin.

(70)

a. Xewfa wî hebû bi xef ji tacdîn

b. Daîm di dile wî da hebû kîn (Xanî, 2013: 143) c. Waris ji te ra kefenbehayî

d. Hetta nekirrin diden hesayî (Xanî, 2013: 198) e. Ji şekle ebrûyên saqî hilatin sed hîlal îro

f. We bedrek min muqabil dî îşaret min ji ekse da (Cizîrî, 2013: 13) g. Bi husna xwe îlahî kî bi sehm û heybete dînê

h. Nicûm û kexkebê lami’ ji bala tên bi bejnê da (Cizîrî, 2013: 14) i. Hin ji nik dêrê ve tên qesda keniştê hin dikin

j. Ney ji van im ney ji wan im derê xemmar-i bes (Cizîrî, 2013: 62 k. Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e

l. Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş (Cizîrî, 2013: 63)

Heke hem pêşdaçek hem paşdaçek bi hev re bê bikaranîn ev wek bazindaçekê tê pênasekirin. Her çar pêşdaçek her sê paşdaçekan hildigirin.

(71)

bi ji di li

Mînak: (72)

a. … hersê bûyne oldaşêd yekûdu û bi rê da diçûn. (1/1) b. Êdî tiştek di destê min da nemaye. (4/32)

c. … û derê odeyê ji hindur da dadide … (5/20)

d. Meger bi qezaen Mihemed navê mirofekê Heyderî di gel deh siwaran li wan nêzokan bi riya xwe da diçûn. (7/17)

de/da re/ra ve/va de/da re/ra ve/va de/da re/ra ve/va de/da re/ra ve/va

45 e. … hemû di destêd filan da bûn. (31/2) f. … Xulase ji êre da wê da, … (37/50)

g. … û darêd xwe jî di kulavê ra kiriye, … (25/31) h. … û bi 'Eskerxan ra şerê dikin, … (34/10) i. Çerxa felekê bi kesekê ra nedomandiye. (40/79)

j. Ji wî Îsmaîl Begê ra xelqê Kuçik Şahîn digotin. (15/10) k. Paş niha dostiya min û te êdî nîne, bi bal min ve meyê. (4/33) l. Evne ji nişkê ve peyda bûn, dest bi revê dikin. (7/20)

m. Êdî ji tirsan bêîxtiyar ez ji xwe ve çûme. (18/17)

n. … hêdî hêdî bi rojê Mela Mihemed weko Eflatûnê bi jor ve diçitin. (25/26) Ji bilî vê hin daçek an paşdaçek bi awayeke cuda jî hatine gotin.

Bo nimûne: (73)

a. Lewranê di nêv ehlê ekrad ev şûla qewî zêde 'ar e. (26 (31 b. Lewranê êdî ji kesekî tirs û perwa wan nebûyî. (40/15)

c. … bilanê mirofek ji terefê me danê biçite ser pezêd we bifiroşitin, … (25/50) d. Di du mehan danê guya xetma quranê diketin. (28/27)

Hin daçek di berhemê de nehatine bi kar anîn. Wek: “ji ber vê yekê, ji bilî, ji xeynî [tenê di cihekî de ji xeyr (29/10) derbas dibe], lewma, bi vî awayî,

Ji bilî vana hin daçek hene ku Celadet (2009: 243) wek komdaçek binavkiriye û mînakên wê wiha daye: “li ber”, “bi ser … de”, “di ser … re”, “di bin … re”.

Taybetiyeke din ya daçekan jî ev e ku peyva bi xwe ve girêdayî ditewîne. Ji bilî telafûzên herêmî hemû daçek peyva li pey xwe ditewînin.

(74)

Wek: li malê, bi Ehmedî re, di polê de, ji min, bi wî,

Kirpandin di hevokên bi vî rengî de zêdetir li ser daçekan e.

Daçek bi lêkeran re wek biwêj jî tê pêşberî me û heke ew biwêj wek navdêr bê bikaranîn wê demê daçek û navdêra wê bi hev ve dizeliqin. Di berhemê de lêkerên biwêjî

46

yên ku wek navdêrê hatibin bikaranîn nehatin dîtin lê gelek pêveber hene ku ji lêkerên biwêjî pêk tên.

Bo nimûne:

Hez jê (ji wî/wê) kirin

(75) Ewî û Barnik hez ji yekûdu dikirin û hevûdu hebandine. (8/5) Dest pê (bi wî/wê) kirin

(76) Êdî Memedî cewaba min nedayî, dest bi çêran kirî. (4/25) Ser jê (ji wî/wê) kirin

(77) Siyahmed jî digehe ser gayê û kêrê bidertîne ku gayê serjêke. (13/28) Lê (li wî/wê) dan

(78) … du sê xençeran lê didetin, … (15/33)

Lêkerên biwêjî bi du awayan çêdibin; yan ji daçek, cînavk û lêkereke alîkar yan jî navdêr, daçek, cînavk û lêkereke alîkar pêk tên. Lê cînavka me li vir bi pişka zor cînavka lihevxistî ye.

Daçek + cînavk + lêkera alîkar

Navdêr + daçek + cînavk + lêkera alîkar

Di her du şiklî de jî lêkerên biwêjî tenê navdêr, ji koma peyvan cureyek an jî lêkernav, lêkerhevalnavan di xwe de dikare bihewîne. Wate lêkereke kêşayî nikare xwe di nav vê avahiyê de bihewîne. Çawa ku nikare di nav bazindaçekan de bi cih bibe. (Amd. Alan û Opengîn, 2014: 183)

Wexta ku em behsa komdaçekan dikin wate jê ev e ku daçekek, bi navdêrek an jî bi koma peyvekê re qalibên nû pêk tîne.

1.4.1. Daçek di Nav Kirdeyê de

Daçek li gor şertên rêzimanê di hevokekê de wek kirde dikare bê nivîsîn, lê belê mînakên bi vî rengî di berhema me de nehatin dîtin. Daçek dibe ku bi navdêrê an bi koma peyvan re an jî di nav hevokeke alîkar de bi kar bê ku ew jî wek kirdeya şahkomekê ji hêla hêmanên hevokê ve cihê xwe bigire.

47 Bo nimûne:

(79)

a. … û tucarê ku li ser barekî siwar bû ji hêstirê kete erdê. (4/9) Kirde

b. Ew mirofê li ser berî difikire … (36/31)

Kirde

c. … ji saya hezreta we ‘alim û 'ilma di Kurdistanê da zaf bibin. (28/33) Kirde

1.4.2. Daçek di Nav Pêveberê de Daçek di nav pêveberê de jî bi cih dibe. Mînak:

(80)

a. … herçi îrad gund û medaxil hebûye, di dest e’yan û axayêd cihê da bûne.

(11/2) Pêveber

b. Ga ji hewla canê xwe şaxekî li Siyahmed didetin… (13/29) Pêveber

c. Îcarê gundî tên û avê bi îmamî vedireşînin, dereng êdî îmam bi xwe ve têtin, ji

Pêveber

dipirsin, ku çi bi te hatî ku eqlê te çûyî, ji xwe ve çûyî? (18/15) Pêveber

d. Pêxember eleyhisselam melekêkê mezin dît ku dehulkê zêde cisim di estû da ye

û Pêveber

çomaxekê mezin di destî da ye, weha muntezer westa ye. (2/2)

Pêveber

1.4.3. Daçek di Nav Bireserê de

Hemû daçek di hevokê de wek bireserê dikare bê bikaranîn. Lê belê daçeka “bi” û “bê” di nav bireserê de dibe pêşqertafa navdêrê û bi peyvê re dizeliqe. Ji ber ku êdî wek

48

hevalnavê ye. Lewra “bi” û “bê” di rewşa navdêrî û hevalnavî de bi peyvê zeliqandî ne lê di rewşa hokerî de ji hev cuda tê nivîsîn. (https://sites.google.com/a/baranrizgar. co.cc/azadiya-kurdistane/home/pirs-u-mijaren-zimane-kurdi/bi-u-be)

Bo nimûne: (81)

a. evan xulaman ew zadêd bijehrê xwerîn di vê germê danê … (32/22) Bireser

Lakin ewî jî kurêd ji babê bedtir hebûn … (16/21)

Bireser

b. Îcarê Adile Xanimê mirofekî ji ehlê heremê virê dike nik Şêxî Begê … (9/10)

Bireser

1.4.4. Daçek di Nav Têrkerê de

Daçek carinan di nav têrkerê de jî tê bikaranîn. Mînak:

(82)

a. … evne ji boyê min ra miyeser nebûn. (28/40)

Têrker

b. Her sê jî bê mirad çûyîn. (8/24) Têrker

c. Paş wê îmam nexweş ketî, qederê du mehan bêkêf razayî, ... (8/18) Têrker

Benzer Belgeler